Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin

Li Herêma Firatê Navenda Rêxistina Nûdem bi wesîleya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li Parka Ronîwar a Kobanê şahiyek li dar xist.

Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Astengdariyê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
3 kanûn, 2023   13:53
KOBANÊ

Di sala 1992’an Netewên Yekbûyî (NY) roja 3’ê Kanûnê weke Roja Astengdariyê ya Cîhanê diyar kir. 

Bi vê boneyê Rêxistina Nûdem, li parka Ronîwar a Kobanê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi sedan zarok û malbatên wan amade bûn.

Zarokan şahî bi cil û bergên xwe yên kurdî xemilandin.

Piştra ji Rêveberiya Desteya Jinan a Herêma Firatê Cîhan Derwêş axivî û got; "Rojane êrîş li ser herêmê me hene. Di encamê de derûniya zarokan xira dibe. Lê ji bo jiyaneke ewle em ê ji bo zarokên astengdar dest bi projeyan bikin. Em vê rojê jî li tevahî zarokan pîroz dikin."

Komên mûzîkê yên zarokan ên Hîlala Zêrîn bernameyên xwe pêşkêş kir û zarokên astengdar jî dîlan girtin.

(sş)

ANHA