‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşanî me didin’

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li piraniya gelên herêmê kiriye û li gorî ramanên wî dijîn û dizanin ramanên wî rêya rizgariyê nîşanî wan dide.

‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşanî me didin’
12 îlon, 2024   03:40
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Desthilata Tirk binpêkirina qanûnên navneteweyî bi rêya sîstema tecrîdkirin û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Li hember vê siyasetê, nerazîbûnên gel zêde dibin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku divê ev pergal bi dawî bibe. Mihemed Elî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember doza Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin û wiha domand: "Desthilata Tirk bi vê pergalê, peyman, qanûn û lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî binpê dike. Ji zêdetirî 25 salan ve tecrîdeke mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike."

Elî destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bûne yek û têkoşînê mezin dikin. Elî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi rêya vê pergalê, dixwaze vîna gelên pêbawer bişikîne. Lê ew bi ser nakeve.”

Cîhan Mihemed jî wiha axivî: "Rêberê me hîna dîlgirtî ye. Ev 3 sal e tu agahî jê nayên girtin. Ew ji me dûr e rast e, lê bi ramanên xwe pir nêzîk e."

Cîhan ev li goitnên xwe zêde kir: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li piraniya pêkhateyên herêmê kir, ew jiyana xwe li gorî ramanên wî bi rêxistin dikin. Ew baş dizanin ku ev raman rêya rizgariyê nîşanî wan didin."

Cîhan destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam e û got: "Dewleta Tirk çi dike bila bike lê siyasetên wê bi ser nakevin ji ber ku gel ne yê berê ye, lê ew baş dizane rastî çi ye. Rêya rizgariyê di ku re derbas dibe."

Emîne Elî jî diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bûn û gel li hember pergalên serdest serî hildaye û wiha domand: "Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Hindistanê vê rastiyê îsbat dike."

(şx)

ANHA