Polîsên Tirk 6 rojnamevan binçav kirin

Polîsên Tirk li bajarê Îzmîrê bi ser malên rojnamevanan de hatin girtin, di encama serdegirtinan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS û Gazete Dûvar, Her wiha xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk 6 rojnamevan binçav kirin
13 sibat, 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê siharê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê polîsên Tirk bi ser malên rojnamevanan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin. Her wiha xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat zanîn ku rojnamevan li Şaxa TEM’a Çankayayê tên ragirtin. Ji bo dosyayê heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn.

Hêjayî gotinê ye rojnamevan Selamet Tûran jî ku di 9’ê Sibatê de li navçeya Cizîr ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hatibû binçavkirin, piştî 4 rojan îfadeya Tûranê hat girtin. Tûran ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar hat kirin. Dadgehê duh bi heman hincetê biryara girtina Tûranê da.