Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja xwe ya 79’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ dane destpêkirin, 79 roj e bi biryardarî berdewame.

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja xwe ya 79’an de ye
13 sibat, 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 79’an de didom e.

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ de hate destpêkirin.

Girtiyên azadiyê duh peyam şandibûn. Di peyamê de ev tişt hatibû gotin:" Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin. Em ji raya giştî re radigihînin ku heke tecrîda li ser Rêbertiya me heta piştî hilbijartinê bidome, dê çalakiya xwe piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin û heta encamekî jê digirin jî dê bidomînin."