Hûsiyan êrişî keştiya DYA’yê kir

Rayedarên leşkerî yên DYA’yê gotin, Hûsiyan li Deryaya Sor keştiyeke wan kiriye hedef.

Hûsiyan êrişî keştiya DYA’yê kir
13 sibat, 2024   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa DYA’yê ragihand ku Hûsiyan li Tengava Bab Mendeb du moşek avêtin keştiya wan a "Star Iris".

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan duh (Duşemê) ragihand ku wan keştiya "Star Iris" ya DYA’yê li Deryaya Sor kirine hedef.

Berdev diyar kir ku keştî bi moşekan hate hedefkirin derb xwariye.

(bb)