Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê di qonaxa lêkolîna armancan de ye
Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê bi pispor û kesên girîngiyê didin ekolojiyê li Kurdistan û seranserî cîhanê derbasî qonaxa lêkolînkirina armancan bû.
![Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê di qonaxa lêkolîna armancan de ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_664a413ce356c.jpg)
Di 26 û 27'ê Nîsana borî de Konferansa Ekolojî bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" bi beşdariya 120 kesan li dar ket. Di konferansê de encamname hatin diyarkirin. Encamname ji 21 madeyan bi armanca parastina jîngehê û têkiliyek guncaw di navbera civakan û jîngehê de bê avakirin, pêk hat.
Ji madeyên encamnameyê damezirandina Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber siyasetên ekolojî û zuhabûna ji ber krîzên hewayî bû. Li gorî wê jî, Detseya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakvan û lêkolerên jîngehê yên li Kurdistan û seranserî cîhanê re dest bi dan û standinê kir da ku armancên platformê diyar bikin.
Li kêleka xebatên Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Jîngehê ya Ewropayê jî ku beşdarî kongreyê bûbû, têkilî bi akademîsyn û pirporên jîngehê re kir û der barê platformê de nêrîn û pêşniyarên wan girtin, ta niha 12 vexwendin hatine şandin, ev weke gaveke erînî ye.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esad destnîşan kir ku damezirandina platformê hîn di qonaxa dan û standinan û diyarkirina armancan de ye. Her wiha ji bo pêkanîna hevdîtinên rasterast bi aliyên din re berî ragihandina damezirandina platformê, hewldan tên kirin.
(mh)
ANHA