Fermandarê berê bang li ‘Pêşmergeyên Roj!’ kir: Bila dagirker we nexapînin

Riyad Selehedîn ku di nava koma bi navê “Pêşmergeyên Roj” de fermandarî dikir, bang li endamên vê komê kir ku bi listikên dewleta Tirk neyên xapandin û got: “Gelê Kurd kesên li aliyê dijmin disekinin efû nake, dê hesab bixwaze.”

Fermandarê berê bang li ‘Pêşmergeyên Roj!’ kir: Bila dagirker we nexapînin
20 gulan, 2024   06:17
QAMIŞLO

Fermandarê berê yê, ‘Pêşmergeyên Roj!’ Riyad Selehedîn, derbarê vê koma behsa mijarê ku tê gotin dewleta Tirk a dagirker dixwaze dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê bide şerkirin de ji ANHA’yê re axivî.  

Riyad Selehedîn ku demekê di nava vê komê de mabû, lê piştre dîsa vegeriya Rojava, li ser rastiya vê komê ev tişt gotin: "Gelek soz hatin dayîn ku Pêşmergeyên Roj di bin sîwaneke siyasî de bê avakirin û dê li Başûrê Kurdistanê be. Lê bû baskê leşkerî yê Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS). Êdî li gorî berjewendî û siyasetên dijberî Rojava tev digerîn. Li ber destê leşkerên Tirk hatin perwerdekirin."

‘EM 60 KES HATIN GIRTIN’

Selehedîn, bal kişand ku ji nava komê kesên dixwestin vegerin Rojava û li kêleka QSD’ê şerê DAIŞ`ê bikin, nedihatin heskirin, şerê wan dihat kirin û wiha dom kir: “Ji ber ku min zêde israr kir werin Rojava, ez û 60 endamên din xistin girtîgehê. Em 4 meh girtî man. Dema em serbest hatin berdan, ez xistim bin çavdêriyê û nehiştin ez ji Başûrê Kurdistanê derkevim."  

Riyad Selehedîn da zanîn ku dewleta Tirk destwerdan li perwerdeyên wan dikir û êdî piştrast bû ku ev hêz ji bo şerê dijî QSD`ê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatiye avakirin.

‘ÊRIŞA SER XANESORÊ GELEKÎ BANDOR LI ME KIR’

Riyad Selehedîn êrişa vê komê ya li ser Xanesora Şengalê (3 Adar 2017) bibîr xist û got: “Vê êrişê gelekî bandor li me kir.”

Selehedîn der barê vegera xwa ya ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de jî axivî û ev agahî parve kirin: "Me biryar da ku em vegerin welat û nav gelê xwe. Şerekî taybet li dijî QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hebû. Ji pêşmegeriyan re digotin, ‘heke hûn vegerin dê we bikujin’. Lê belê dema ez hatim tiştek wisa nebû, bi awayekî baş hatim pêşwazîkirin."

Riyad Selehedîn bal kişand ku dewleta Tirk, li dijî HPG`ê de bi ser neketiye, lewma dixwaze Pêşmergeyên Roj bi kar bîne û got: “Dixwaze xwîna Kurdan bi destê Kurdan birijîne. Divê Kurd rê li pêşiya van hewldanan bigirin."

Riyad Selehedîn ji bo ‘Pêşmergeyên Roj!’ jî ev bang kir: "Ev der welatê we ye, malbat û gelê we li vir e. Ji Tirkiyê bigire heta DAIŞ`ê her kes li dijî wan e. Divê hûn erka xwe ya dîrokî û nîştimanî bînin cih. Gelê Kurd hemû kesên li aliyê dijmin disekinin efû nake û dê hesab bixwaze."

Li gorî çavkaniyên leşkerî, heta niha 500 kes ji nava koma ‘Pêşmergeyên Roj!’ qut bûne. Ji vana 200 vegeriya Rojava û 300 jî derketin Ewropayê.

(şx/a)

ANHA