Salek di ser derketina hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa re derbas bû

20’ê Gulana 2023’yan hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa derket ber destê xwîneran. Kovarê bi 7 hejmarên xwe bi pênûsên jinan têkoşîn jinan a di her qadî de vegot.

Salek di ser derketina hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa re derbas bû
Salek di ser derketina hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa re derbas bû
Salek di ser derketina hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa re derbas bû
Salek di ser derketina hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa re derbas bû
20 gulan, 2024   07:35
QAMIŞLO

Kovara Afaq El Meraa di Kanûna 2023’yan de hat damezirandin û di 20’ê Gulana 2023’an de hejmara yekemîn a kovarê derket.

Kovara Afaq El Meraa ji aliyê Meclisa Bilind a Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ve lhatiye pejirandin. Kovar bi pênûsa jinan balê dikişîne ser mijarên siyasî, fikrî û çandî HWD…yên girêdayî jinan.

Kovara Afaq El Meraa ku bi zimanê erebî weşangeriyê dike her 2 mehan carekê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve û li ser malpereke internetê jî tê weşandin.

Afaq El Meraa di beşeke taybet de balê dikişîne ser analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jin û civakê. Di beşên din de jî cih daye mijarên wekî (Asoyên Fikrî ku tê de gotar û analîzên jinên ji hemû pêkhateyan li ser naveroka hejmarê tên weşandin - Diyaloga Hejmarê - Nêrîna Siyasî – Jinên Nemir - Vedenga Giyan, Helbest û Çalakî).

Kovarê di hejmara xwe ya yekemîn de cih da felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî". Di hejmara 2'yemîn de jî bal kişand ser rola jinan di avakirina malbata demokratîk de. Di hejmara sêyemîn a kovarê de jî têgeha zayendperestî û rêbazên çareserkirina wê hat vegotin. Di hejmara 4’an jî  îdeolojiya azadiya jinan hat nirxandin. Ya 5'emîn li ser neteweya demokratîk e. Di hejmara 6’an de têkoşîna jinan di 2023'yan de û berdewama serkeftinan di 2024'an de hat parvekirin. Di hejmara 7’an de jî cih da tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

HEJMARA 7'EMÎN: TEVGERÊN JINAN

Hejmara 7’an bi manşeta "Pêşketina tevgerên jinan di şiyanên gerdûnî yên jinan de ye" pêşketina tevgerên jinan şîrove dike. Di vê hejmarê de gelek gotar bi mijarên têgeha tevgera jinan, sazûmaniya wê û armancên wê, her wiha girîngiya meşandina têkoşînê bi hemû rêbazan,  dîsa destpêkirina şoreşe fikrî hatin weşandin.

Ji bo dîtina hejmarê bi giştî hûn dikarin bi rêya vê lînkê derbasî malpera kovarê bibin: https://afaqalmaeraa.com

Bi wesîleya salvegera 1’emîn a derketina hejmara yekemîn a Kovara Afaq El Meraa, editor kovarê  Îsamîl axivî. Nêrgis Îsmaîl bal kişand ser li ser xebatên wan ên salekê û got: "Salvegera 1'emîn ji bo me pir girîng e. Tam salek derbas bû. Gelek zehmetî, serkeftin, destkeftî û fedakarî di heman wextî de hebûn."

Nêrgis Îsmaîl destnîşan kir ku şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û fedakariya jinan û gelan, hêja ne ku di rûpelên dîrokê de bên nivîsandin.

KARÊ KOVARÊ

Nêrgis Îsmaîl diyar kir ku derketina hejmara 1'emîn destpêka guhertina rewşa jinan bû û got: "Ne hêsan e ku jin dîroka xwe ya azadiyê binivîsîne, lê belê bi îsrara xwe me gavên cidî pêşve avêtin. Di sala pêşîn de me kovar damezirand û hejmarên wê li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Heleb û Şamê belav kirin. Her wiha saziyên jinan hejmarên me wek pirtûkên perwerdekirinê bi kar tînin."

Nêrgis Îsmaîl diyar kir ku hejmarên rûpelê girîng in. Ji ber ku ew di bîra dîrokê de dimînin. Nêrgis wiha pê de çû: "Lê hejmara dîjîtal, ji bo jinên derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek Laziqiyê, Hema, Dera ku hejmarên rûpelî nagihîjin wan, girîng in."

Der barê hejmara 6'emîn de Nêrgis Îsmaîl got: "Me di vê hejmara taybet de girîngî da destkeftiyên sazî, partî û rêxistinên jinan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê. Ew hejmar pir dewlemend bû. Tevî dûrbûna welatan û cudabûna adet, zarava û qanûnan, lê dîsa jî tevahî jinan bi pênûsên xwe beşdar bûn û mohra asoya xwe ya azad li rûpelên wê hejmarê da."

PLANSAZIYÊN AFAQ EL MERAA

Nêrgis Îsmaîl diyar kir ku ew ê ji bo gihandina asoya jinan û pênûsa jinan li seranserî cîhanê her pabend û berpirsiyar bin. Ji ber ku jin hêjayî azadî û jiyana aram in û jin jiyan in û got: "Bêyî rizgarkirina vê azadiyê, azadî û hebûna mirovî bêwate ne."

 Nêrgis der barê plansaziyê de diyar kir ku kovar dê çarçoveya belavkirina hejmaran li ser asta Sûriyeyê berfireh bike, panel, komcivîn û semîner li ser mijarên hejmarê li dar bixe û têkiliya xwe bi hemû jinan re bi pêş bixe.

Nêrgis Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kovara Afaq El Meraa dê bibe maseya nîqaşkirina gelek dozên asteng û felsefeya "Jin Jiyan Azadî" bigihîne seranserî cîhanê û got: "Pênûsa jinan çeka fikrî, siyasî û civakî ye ku civak û jinan ber bi hezkirin, aştî û mirovahiyê ve bibe."

(mh)

ANHA