’Planên rejîmê yên li ser Zoravayê têk birin’

Şehîd Zelal Zagros ku demekê li taxa Zorava ya Şamê kar kir, planên rejîma Baasê yên li ser taxê têk birin. Malbatekê têkoşîna şehîd Zelal a li Şamê vegot û navê wê da neviya xwe.

’Planên rejîmê yên li ser Zoravayê têk birin’
’Planên rejîmê yên li ser Zoravayê têk birin’
’Planên rejîmê yên li ser Zoravayê têk birin’
’Planên rejîmê yên li ser Zoravayê têk birin’
’Planên rejîmê yên li ser Zoravayê têk birin’
19 ÇILE, 2026   06:20
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Ji pêşengên tevgera azadiya jinan û têkoşera Kurd Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid) di nava 31 salan de li çar aliyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ermenistanê, li gelek deverên din têkoşîna azadî û wekheviyê meşand. Herî dawî dema erka xwe bi cih dianî, 18`ê Çileya 2024’an li Kerkûkê di êrişeke sûîqastê ya îstîxbarata Tirk de hat şehîdxistin. Yek ji cihên ku şehîd Zelal lê kar kiriye û şopek lê hiştiye jî Şam e.

Der barê xebatên şehîd Zelal ên li Şamê de hevserokê berê Meclisa Taxa Zorava, di heman demê hevserokê Mala Gel a Zorava Ehmed Silêman ji ajansa me re axivî.

Ehmed Silêman ku bi eslê xwe ji Serêkaniyê ye, di salên 2015 û 2016’an de tevî malbata xwe li Şamê dima û niha li Girkê Legê dimîne.

‘PLANÊN REJÎMÊ TÊK BIRIN’

Ehmed Silêman bi bîr xist ku şehîd Zelal Zagros di sala 2015’an de ji bo rêxistinkirina gel derbasî taxa Zorava bû û got: "Em çiqasî wesfê hevala Zelal bidin û behsa keda wê bikin belkî kêm be. Bi rastî hevalek pir hêja bû. Bi rihê hevaltiyê derbasî her malekê dibû. Zilm qebûl nekir. Bi exlaq û bi rûkenî derbasî her malekê dibû. Her tim heqîqet digihand gelê Zorava. Kedeke mezin li vir da û bi rihê hevaltiyê gelê Zorava bi rêxistin kir."

Ehmed Silêman da zanîn ku rejîma Baasê gelek caran hewl didan di navbera Kurdên taxa Zorava û erebên ji Dêrazorê de nakokiyan derbixe, lê şehîd Zelal li ber planên wan girt û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Di 1’ê Remezana 2016’an de pirsgirêk di navbera me û xelkê Dêrazorê de derket. Hikumeta Şamê kesên ji Dêrazorê bi ser me de dehf didan û dixwest wan li taxa Zorava bi cih bike. Destpêkê 5 ciwanên wan derbasî taxê bûn. Li kolan û sûkan bê exlaqî dikirin û destdirêjiya devkî li jinên Kurd dikirin. Wekî meclis û Mala Gel ne bi xweşî bi wan re axivîn, lê ew nesekinîn. Roja ewil derbas bû. Roja duduyan 10 ciwanên din xwe kom kirin hatin sûka taxê û dîsa heman tişt kirin. Ciwanên me yên Kurd li hemberî wan rabûn. Me nexwest şer çêbibe, lê ciwanên ji Dêrazorê bi desteka rejîmê nesekinin. Di encamê de şerekî di navbera me û wan de derket. Şer 11 rojan dewam kir. Heval Zelal  bidawîkirina şer girt ser xwe, heta derengî şevê di tevgerê de bû. Li ser vê yekê li ser navê rêxistinê civînek lihevanînê li Mala Gel çêkir. Şêx û rûspiyên dêriyan û yên Zorava, parêzer û mamoste, şêniyên taxê vexwend lihevanînê. Di encamê de lihevhatin çêbû û şer bi dawî bû."

Ehmed Silêman diyar kir ku dema vehesaziya şehîd Zelal çêbû xelkê Zorava, Meclisa Zorava, Saziya Malbatên Şehîdan û Kongra Star gelekî xemgîn bûn.

‘XWEDÎ LI ME DERDIKET’

Ehmed Silêman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîd Zelal xwedî ji malbatan derdiket û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema mala me li Serêkaniyê bû jî serdana me dikir.  Dema li Minbicê jî hevdîtinên me çêdibûn. Piştî em hatin Girkê Legê jî xwe ji me qut nedikir û xwedî li me derdiket. Dema derbasî Başûr bû jî carê bi me re diaxivî, silav dida û pirsa rewşa malbatê dikir."

Ehmed Silêman hinek hevdîtinên xwe yên bi şehîd Zelal re bi van gotinan bi bîr anîn: “Hevala Zelal her tim digot  ‘Projeya me her şehadet e. Lê bila em vala neçin, bila em bi dest xayînan şehîd nekevim. Bila di şer de şehîd bikevim. Em ê ji vî gelî re bikin heta noqteya dawîn a xwînê di canê me de hebe.’ Lê mixabin bi destê xayînan şehîd bû. Dîsa em dibêjin: şehîd namirin. Şehîd namirin."

‘BI XÊRA HEVALA ZELAL ZIMANÊ KEÇA MIN VEBÛ’

Keça Ehmed Silêman Şêrîn ku temenê wê bûbû 4 sal jî, hîna nediaxivî. Dayika wê Amra Hiso der barê vê yekê de wiha got: " Temenê keça min Şêrîn bibû 4 sal hîna nediaxivî. Heval Zelal her tim pê re diaxivî û wê dida axaftin. Bi xêra heval Zelal zimanê keça min vebû û fêrî axaftinê bû."

NAVÊ ZELAL DA NEVIYA XWE

Emra Hiso got: "Şehîd Zelal jinek fedakar bû. Berxwedêr bû. Li hemberî rejîmê sekinî. Jinên taxê bi rêxistin û perwerde dikir, pirsgirêk hebûna jî çareser dikir. Berî şehadeta wê bi hefteyekê bi telefonê bi me re axivî û got, eger şehîd nekevin em ê hev bibînin."

Malbata Emra Hiso û Ehmed Silêman ji ber hezkirina wan a ji şehîd Zelal re navê wê dan neviya xwe.  Emra Hiso li ser vê yekê got: "Dijmin zelalekê bibe wê bi hezaran Zelal çêbibin. Li ser vê yekê me navê neviya xwe kir Zelal."

(b)

ANHA