PJAK: Têkoşîna li Rojava wê bi bigihe serkeftinê

Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê, PJAK’ê peyamek belav kir û hate gotin; “Em bang li hemû gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, vê yekîtiya netewî û demokratîk ya ku niha ji bo parastina Rojava pêkhatî, biparêzin. “

PJAK: Têkoşîna li Rojava wê bi bigihe serkeftinê
26 ÇILE, 2026   15:09
NAVNEDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi boneya yazdemîn salvegera rizgarkirina Kobanê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

Berxwedan û têkoşîna şoreşgerî ya li Kobanê weke Şerê Gelê Şoreşgerî rûda û bû xalek dîrokî. Taritiya DAIŞ’ê bi piştgiriya hemû hêzên herêmî yên weke Tirkiyeyê, êrişên ji bo tinekirin û qirkirina gelê Kurd dsetpê kir. Bê guman eger berxwedana Kurdan ya bi yekitiya netewî û demokratîk, pêknehatiba, wê hemû Rojavayê Kurdistanê rûbiruyî qirkirinê hatiba.

Ji bo ku Kurd ji qirkirin û dagirkeriya dijmin xilas bibin, pêwîstiya Kurdan bi çîrokên dîrokî yên mîna Kobanê heye.

Em bang li hemû gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, vê yekîtiya netewî û demokratîk ya ku niha ji bo parastina Rojava û beramberî dewleta Suriyeyê heyî biparêzin.

Têkoşîna parastinê ya li Rojava, wê bivê yekîtî û têkoşînê bigihi serkeftinê û gelê Kobanê hertim, serbilind û berxwedêr bimîne.