Du koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Qamişlo 2 koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Du koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
26 ÇILE, 2026   15:12
QAMIŞLO

Bi hezaran koçberên ku ji ber êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk, ji Reqa û Tebqayê hatin bajarê Qamişlo, niha jî li dijî serma û şertên zehmet têdikoşin. 

Rêveberiya bajar li gorî derfetên xwe koçberan bicîh dike û alîkariyê belav dike, her wiha alîkariyên ji Başûrê Kurdistanê hatine tên belavkirin. Lê ji ber ku hejmara koçberan zêde ye, sermayek dijwar heye, bûyerên bi êş tên jiyandin.

Duh zarokê bi navê Nasir Cemal ê 17 salî û îro jî, jina bi navê Zehîde Menan Reşo, ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên herdu koçberan li goristana taxa Hilêliyê ya Qamişloyê hatin definkirin.

(bi/a)

ANHA