Pizîşkiyan: Em bi tu rengî radest nabin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got: “Hemû cîhan dixwaze Îranê radest bigre û guh bide biryarên wan, lê emê radestî tu kes û gurubê nebîn.”

Pizîşkiyan: Em bi tu rengî radest nabin
1 cotmeh, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di derbarê êriş û cezayên ku li ser Îranê hatine erêkirin, de ji medyaya Îranê re axivî.

Mesûd Pizîşkiyan got: “Hemû cîhan dixwaze Îranê radest bigre û guh bide biryarên wan, lê emê radestî tu kes û gurubê nebîn.”

Pizîşkiyan da zanîn ku Amerîka îradeya wê nîne ku bi rêya danûstandinan pirsgirêka mijara atomî ya Îranê çareser bike.