Plana Trump û helwestên aliyan rojeva rojnameyan bû

Rojnameyan nivîsî ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a di derbarê Xezayê de, deriyê îhtîmalên nakok ên bidawîanîna şer an kûrkirina şer vedike. Li gorî planê divê Hamas desthilata xwe ya leşkerî berde, û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dixe nav arîşeyeke navxweyî.

Plana Trump û helwestên aliyan rojeva rojnameyan bû
1 cotmeh, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro bal kişandin ser plana ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve di derbarê Xezayê de hatiye pêşniyar kirin.

PLANA AŞTIYÊ YA TRUMP JI BO XEZAYÊ: KÎ HERÎ ZÊDE WINDA DIKE?

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser plana aştiyê ya ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve di 29`ê Îlonê de di derbarê Xezayê de hatiye ragihandin, nivîsî. Ev plan ji Hamas dixwaze ku di nav 72 demjimêran de çekên xwe radest bike, rehîneyan berde, û kontrola Xezayê berde. Beramberî wê hin girtiyên Filistînî werin berdan, alîkariya mirovî werin dayin, û hinek soz tên dayin ku di siberojê dewleteke Filistînê were avakirin .

Rojnameyê destnîşan kir ku "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşwaziya planê kir, lê Hamas hîn li ser helwesta xwe diyar nekiriye."

Rojnameyê her wiha nivîsî, "Eger peyman bi ser bikeve, aliyên herî girîng ên ku dê gelek winda bikin Hamas e, ku dê desthilata xwe ya siyasî û leşkerî winda bike, û her weha partiyên rastgir ên tundrew ên Îsraîlê û tevgera niştecihbûnê ya Îsraîlê, ji ber ev plan dê projeya wan ya kontrolkirina Xezayê û Şerîaya Rojava têk bibe. Rojnameya diyar kir ku eger peyman were pejirandin, Îran jî bandora xwe ya herêmî winda bike."

MA EV BI RASTÎ DAWIYA ŞERÊ LI XEZAYÊ HAT?

Eojnameya El Şerq El Ewsat destnîşan kir ku pêkanîna planê dê ne hêsan be, û da zanîn ku Hamas dê bi îhtîmalek mezin qebûl neke hêzên Îsraîlê têkevin herêmên wê  yên berê û dê qebûl neke rêveberiya sivîl were dûrxistin, her wiha sozên ewlehiyê yên di derbarê parastina endamên wê de jî ne zelal in.

Rojnameyê destnîşankir ku Netanyahu bi xwe jî gumanên xwe hene, ji ber ku ev plan rê li ber kontrolkirina Gazayê an jî koçberkirina xelkên wê digire û wî neçar dike ku bi hezaran girtiyan beramber rehînên mayî yên ku ji aliyê Filistînê ve têne girtin, berde. Rojnameyê gihîşt wê encamê ku dibe ev plan serkeftina siyasî ya ku Netanyahu dixwaze nede wî, ku ev yek dikare bandorek neyînî li ser rewşa wî ya navxweyî bike.

Rojnameya El Xalîc jî da zanîn ku ev plan hemû aliyan dixe pêşberî "bijartinên dijwar". Divê Îsraîl polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne, Hamas derbarê gelê Xezayê ketiye pêşberî rewşeke aloz,  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî divê pêbaweriya xwe îspat bike û dev ji siyaseta xwe ya standardên dualî berde.

(k)