Li Dêrazorê plana DAIŞ`ê hat têkbirin; 3 çete hatin girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li rojhilatê Dêrazorê planeke çeteyên DAIŞ`ê têk bir û 3 endamên şaneyeke çeteyan girtin.

Li Dêrazorê plana DAIŞ`ê hat têkbirin; 3 çete hatin girtin
1 cotmeh, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzên wan şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê ku ji 3 kesan pêk tê, li gundê Tigêhî yê li rojhilatê Dêrazorê girtiye.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin ku endamên şaneya DAIŞ`ê, amadekariyên li dijî ewlehî û aramiya herêmê dikirin û "Hêzên me tevgera şaneya çeteyan şopand, cihê lê dimînin dorpêç kir û bêyî ku tu windahiyan bidin endamên şaneyê girtin.”

Li gorî daxuyaniyê hinek çek û belgeyên bi çeteyan re jî hatine desteserkirin.

(k)