Piştî zêdetirî salekê girtî ma ciwanek li zindaneke Humsê mir

Ciwanek piştî zêdetirî salekê bê darizandin di zindana Hessiya li Humsê de mir.

Piştî zêdetirî salekê girtî ma ciwanek li zindaneke Humsê mir
16 gulan, 2026   16:38
HUMS

Ciwan bi navê Xesan Muhsin El Elî, ji gundê El Heysa li gundewarê rojavayê Humsê, piştî zêdetirî salek û 4 mehan bê darizandin di zindana Hessiya li Humsê de mir.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ku bi nûçegihanê ajansa me re axivîn, El Elî di 21`ê Çileya 2025`an de ji mala xwe hate girtin. Piştre ew birin çend zindanan  de, ji wan zindana Navendî ya Humsê.

Çavkaniyan diyar kirin ku malbata wî telefonek wergirtiye û ji wan re hatiye gotin ku kurê wan li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Humsê ji ber kirîza dil miriye.

Ev bûyerê di nava xelkên Humsê de bû cihê nerazîbûnê.

(k)