Rêveberiya Elektrîkê pirsgirêka elektrîkê li 5 gundên Çilaxa çareser kir

Rêveberiya Elektrîkê ya Çilaxa ji çereserkirina pirsgirêka elektrîkê li 5 gundewarê başûrê bajêr xetek alternatîf kişan û pirsgirêk çarser kir.

Rêveberiya Elektrîkê pirsgirêka elektrîkê li 5 gundên Çilaxa çareser kir
16 gulan, 2026   16:25
QAMIŞLO

Piştî zêdebûna gilî û daxwazên şêniyan li ser qutbûna elektrîkê, ekîbên elektrîkê yên Rêveberiya Elektrîkê ya Çilaxa dest bi çareserkirina pirgirêka elektrîkê li 5 gundên li gundewarê başûrê bajêr kirin.

Gundên Baqila , Beqila Xemo, El Hemra, Şemam û Zexîrê çend meh bûn elektrîk li wan qut bûbû. Hêzên Ewlekariyê yên hikumeta demkî rê nedidan ekîbên elektrîkê bighêjin bajar Sefa û tora elektrîkê ya ziyan bûye sererast bikin.

Piştî şêniyan nişteciyan, ekîbên Rêveberiya Elektrîkê ya Çilaxa planeke alternatîf pêk anîn û xeteke elektrîkê ya alternatîf ji bo 5 gundn kişandin û pirsgirtêk çareser kirin.

(k)