Xwendekarên Siwêdayê li dijî veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandanek li dar xistin

Xwendekar û şêniyên siwêdyê ji bo protestokirina biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya veguhestina cihê ezmûnên dibistanên giştî bo derveyî parêzgehê xwepêşandanek li dar xistin, xwepêşanderan diyar kirin ku ev yek barê xwendekar û malabtan girantir dike.

Xwendekarên Siwêdayê li dijî veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandanek li dar xistin
Xwendekarên Siwêdayê li dijî veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandanek li dar xistin
Xwendekarên Siwêdayê li dijî veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandanek li dar xistin
Xwendekarên Siwêdayê li dijî veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandanek li dar xistin
Xwendekarên Siwêdayê li dijî veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandanek li dar xistin
16 gulan, 2026   17:38
SIWÊDA

Nûçegihanê me li Siwêdayê ragihand ku li bajêr li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya derbarê ezmûnên dibistanên giştî de, xwepêşandanek xwendekaran hat lidiarxistin.

Li gorî biryara hikumetê nêzî 13 hezar xwendekar neçar ezmûnên xwe li derveyî pêrêzgehê pêk bînin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku veguhestina navendên ezmûnê li derveyî deverên wan barekî giran dixe ser xwendekar û malbatên wan, ji ber şert û mercên dijwar ên ewlehî û jiyanê.

Xwepêşanderan her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan, û UNESCO kirin ku bi lez mudaxele bikin da ku xwendekarên Siwdayê ezmûnên xwe di nav parêzgehê de, bêyî zext û destwerdana siyasî, pêk bîni.

(k)