Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer

Di dibistaneke ku veguheziye navenda bi cihkirina koçberên Serêkaniyê bi 6 sal berê zaroka bi navê Hacir, di nava bixçikên koçberan û xewnên wan ên vegera mala xwe de, jidayîk bû.

Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer
Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer
Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer
Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer
Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer
Navê zaroka li ser rêya koçberiyê hat dinê kirin Hacer
12 îlon, 2025   05:07
HESEKE
EBDULXENÎ EL HAMAN

Dibistana Museb Bin Umeyer a li bajarê Til Temir ev çend sal in veguheriye navenda bi cihkirina koçberên Serêkaniyê. Malbatên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji serê kaniye koçber bûne, hatine bi cihkirin. 

Hacira 6 salî ya ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê ku li dibistanê hatiye dine û hemû kêlî û bîranên koçberan jiyan kiriye. Hacira ku di hindirê dibisteke tijî koçber de çavên vekir heta niha wisa jiyan dike. Hacerê Ji dayîk, bav û koçberên di dibistanê de çirokên gundê xwe bihîstin û wêna bîranînên mala xwe nas kiriye.

Bavê Hacira biçûk, Ehmed El Şêx Salih ji bo debara rojane ya malbata xwe pêk bîne, di karê qalibên avahiyan û çimento de dixebite.

Dayîka wê Fatma El Şêx Elî jî bi karên rojanê ên male re alaqadar dibe. Dayîka Hacerê kêliyên despêkê ya jidayîkbûna Hacir tîne bira xwe û dibêje Hacir di roja duyemîn a koçberiya di odeyek dibistanê ku tijî koçber bûn hate dine. Bêyî ewlekarî û nexweşxane peyda bibin Hacir çavên xwe ji dinyê re vekir.

Dayîka Hacir bi van gotinan bîranîna rojbûyîna Hacir vegotin: “Ez digiriyam, dema çêbû min lê meze dikir. Min ji xwe pirs dikir, dê çawa di şertên koçberiyê de mezin bibe. Ez ditirsiyam ji her tiştî bê par bimîne. Me navê wê ji ber koçberiyê kir Hacir (Koçber).”

‘JI BER DAGIRKETIYÊ ZAROTIYA XWE WINDA KIR’

Tevî hemû şert û cercên zehmet ên koçberiyê Hacir bi rûkenî mezin bû û îro di 6 saliya xwe de ye. Di malbata ji 3 xwiş û 3 bira de zaroka navîn e. Rojên xwe di hewşa dibistanê de derbas dike. Bi zarokên koçber re hewşa dibistanê kirine meydana lîstokan. Li ser dîwarên dibistanê maleke xweşik û parkeke tijî gul xêz dike. Bi dengê xwe yê nazik wiha dibêje: “Bavê min dibêje mala me li gundê Erîşa heye. Darên mezin tê de hene.” Lê niha bêyî mal, xewin û odeyeke taybet, di nava dîwarên dibistanê yên ziwa de rojên xwe dibûrîne.

‘HEZKIRINEKE WINDAYÎ JIYAN DIKE’

Hacira biçûk, bêriya gund û mala xwe ya tu carî ne dîtiye kiriye. Her êvar li rex dayîk û bavê xwe rûdinê. Jê re behsa gundên xwe yê dagirkirî dikin. Behsa Çemê Xabûr ê di nava gundê wa re derbas dibû, dikin. Behsa zevî û bexçeyên kesk li derdorê dikin. Hacir bi rûkeniya xwe ya bedew pêşwazî dike. Di xeyalên xwe de gund û mala xwe xêz dike. Hacir di navbera axaftinê de û bi dengê bilind ji dayîk û bavê xwe re dibêje“ Ez dixwazin vegerim mala xwe. Lîstokên nû ji xwe re bînim. Li wir ez bi xwişk û birayên xwe re bilîzim.”

Hacir bi xewin û kenê xwe nûnertiya nifşekî mezin dike. Tevî êşa koçberiyê her kesek jê pirs dike, bi gotina “Ez dixwazim vegerim mala xwe. Tenê ez dixwazim vegerim” bersiva wan dide.

Çîroka Hacir koşeyek ji êşa koçberên bi darê zorê vedibêje. Nûnertiya birîna nifşekî di nava Koçberiyê de mezin dibe, dike. Mala xwe tenê ji gotinên mezinan nas kiriye, lê bi çavên xwe tiştek jê ne dîtiye. Di dil û mejiyê xwe de bîranên koçberan ezber kiriye.

Di navbera zarotî û xeyalên wê de rastiya mezin a jiyanê zindî dibe. Ew jî Vegera Koçberan ne xewneke, lê belê mafeke rewa ya li benda wan e.

(dc)

ANHA