Pirtûka Gurbetellî Ersoz bi zimanê Yewnanî hat weşandi

Pirtûka şoreşger û rojnamevan Gurbettellî Ersoz a bi navê, “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” bi zimanê Yewnanî jî hat amadekirin û weşandin.

Pirtûka Gurbetellî Ersoz bi zimanê Yewnanî hat weşandi
16 gulan, 2025   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Pirtûka Gerînendeya Giştî ya Berê ya rojnameya Ozgur Gundem a (li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dihat weşandin) Gurbetellî Ersoz a bi navê, “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” ji bo zimanê Yewnanî hat wergerandin.

Pirtûk, ji rojnivîskên Gurbetellî Ersoz ên di navbera salên 1995-1997'an de pêk tê û beriya niha bi zimanê Tirkî û Kurdî hatibû weşandin.  

Pirtûka bi zimanê Yewnanî, ji aliyê Weşanxaneya Agra ve hate çapkirin ku weşanxaneya herî mezin a Yewnanistanê ye.

 Di pirtûka bi zimanê Yewnanî de du pêşgotinên cuda hene ku ji aliyê rojnamevan Ferda Çetîn û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê Eren Keskîn ve hatine nivîsandin.

Wergera pirtûkê di 7 salan de hatiye temamkirin. Ji bo danasîna pirtûkê li Atînayê bernameyek hat organîzekirin. Akademîsyen Îrînî Antonarahoû, Katîa Zagartîtoû û Mûrat Issi weke axaftvan beşdarî bernameyê bûn.

Di dawiya bernameyê de Mûrat Issi pirtûk ji bo xwîneran îmze kir.