110 fîlman serlêdana Mîhrîcana Fîlma a Rojava kiriye

Komîna Fîlma a Rojava ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn serlêdana fîlman werdigire. 110 fîlman serlêdan kiriye û serlêdan didomin.

110 fîlman serlêdana Mîhrîcana Fîlma a Rojava kiriye
12 tebax, 2026   05:45
QAMIŞLO

Komîna Fîlma a Rojava ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn serlêdana fîlman werdigire.

Mîhrîcan bi dirûşma "Çîrokên Hevpar-Sînemaya Azad" di navbera 13-20’ê Mijdara 2026’an de li bajarê Qamişloyê pêk tê.

Komîna Fîlma a Rojava di meha Gulanê (2026) de dest bi amadekariya mîhrîcanê kir û 17’ê Gulanê deriyê mîhrîcanê li serlêdana fîlman vekir.

Heta niha ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, welatên Ewropayê, Efganistan, Rûsya, Berazîlya, Iraq, Lubnan, Erebistana Siudî û Taywanê 110 fîlman serlêdan kiriye. Ji wan 59 kurtefîlm in, 19 fîlmên dirêj in, 29 belgefîlm in û 9 senaryo ne.

Dê wergirtina fîlman heta nîva meha Îlonê bidome.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî cara yekem di Mijdara 2016`an de hatibû lidarxistin, a duyemîn di 13`ê Mijdara 2017’an de li Qamiloyê, ya 3`yemîn di Mijdara 2018`an de li Kobanê û ya 4`emîn di 13`ê Mijdara 2019`an de li Qamişloyê pêk hat.

Mîhrîcana 5`emîn dê di sala 2022`yan de pêk bihata, lê ji ber şert û mercên ewlekariyê di 13-20’ê Mijdara 2025’an de li Qamişloyê pêk hat.

(bî)