Tîmên Tolhildanê li ser cezakirina kontra Heyder Mûradî daxuyanî da

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê têkildarî cezakirina kontrayê bi navê Heyder Mûradî diyar kir ku di sala 2018’an de hevkariya Dezgeha Îtlaetê kiribû û bû sedema şehadeta çar gerîlayên pêşengên gelê Kurd.

Tîmên Tolhildanê li ser cezakirina kontra Heyder Mûradî daxuyanî da
30 îlon, 2026   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, têkildarî cezakirina cehşê (kontra) ê bi navê Heyder Mûradî li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê wiha ye:
 “
Duh me ragihand ku tîmên me xayîn û cehşê bi navê Heyder Mûradî ceza kirine. Di sala 2018’an de, ew berpirsiyarê şehîdkirina çar pêşengên Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew bi kiryarên xwe yên xayînane jî bi eşkereyî li dijî nirxên gel derket; Lêbelê, me berê hişyariya pêwîst dabû wî. Lê wî dev ji kiryarên xwe yên cehşane berneda.

Ev xayîn, bi taybetî bi xiyanet û hevkariya hêzên îstîxbaratê û Navenda Biryardanê ya Şehramfer a Sineyê, bû sedema şehîdbûna çar gerîla û pêşengên gelê me yên bi navê Tolhildan Sine, Argeş Karzan, Rojhat Şer û Dilovan Fedayî ku di 7’ê Îlona sala 2018’an de şehîd bûn.

Em careke din dubare dikin ku emê hemû kesên ku destê wan di xwîna gelê Kurd, pêşeng û şoreşgerên Kurdistanê de heye, bi taybetî ew kesên ku hîn jî li kêleka dezgehên îstîxbaratê disekinin; sixurtiyê û zextê li ser gelê me dikin, bêbersiv nehêlin. Emê ji bo cezakirina wan tim li ser serê wan bin. Ger ew dev ji xiyanet û dijberiya gelê me bernedin û venegerin hembêza gelê me, ewê bi cezayên giran re rûbirû bimînin.”