DYA’yê qedexeya li ser dabînkirina berhemên leşkerî bo Sûriyeyê rakir

DYA’yê ragihand ku qedexeya li ser dabînkirina berhemên leşkerî ji bo Sûriyeyê rakir.

DYA’yê qedexeya li ser dabînkirina berhemên leşkerî bo Sûriyeyê rakir
30 îlon, 2026   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro ragihand ku qedexeya li ser dabînkirina berhemên leşkerî ji bo Sûriyeyê rakir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin "Sûriye ji lîsteya welatên ku di bin siyaseta qedexeya ruxset û destûrên pêwîst ji bo hinardekirina alavên leşkerî û xizmetên parastinê de ne, hatiye derxistin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêveberiya DYA’yê dê îhtîmala dayîna ruxsetên wiha ji bo Sûriyeyê binirxîne û hat destnîşankirin ku guhertina lîsteyê dê di 1’ê Cotmehê de bikeve meriyetê.

Hêjayî gotinê ye ku DYA’yê di dawiya Tebaxê de, rakirina Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê" ragihandibû.

(f)