Li Misyafê êrişî erebeyekê hat kirin: 7 kes hatin kuştin

Li ser pira Misyafê ya girêdayî Humsê erebeya endazyar û karker tê de hat hedefkirin, di encamê de 7 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li Misyafê êrişî erebeyekê hat kirin: 7 kes hatin kuştin
30 îlon, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, erebeyeke veguhastina endazyar û karkeran a girêdayî Şîrketa Metîn li ser pira Misyafê ya Humsê hat hedefkirin.

Nûçegihanê me ragihand ku di bûyerê 7 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên destpêkê, kesên nenas li ser pira Misyafê li nêzî Hewlê yê gundewarê Humsê êrişî erebeyekê kir.

(f)