Li Hewlêrê êrişa bi mûşekan

Hate ragihandin ku bi mûşekan êrişî navçeya Koye ya Hewlêrê hate kirin û heta niha agahiyên der barê ziyanên êrişê de bidest neketine.

Li Hewlêrê êrişa bi mûşekan
30 îlon, 2026   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, berî kêliyekê bi mûşekan êrişî devera navbera Kampa Azadî û Amriye ya li sînorê navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hate kirin.

Derbarê ziyanên êrişê de heta niha agahiyên zelal bidest neketin lê hate hînbûn ku welatiyên herêmê dengekê bilind yê êrişê boihîstine.