Li Dêrazorê operasyon: 10 çete hatin girtin

Hêzên Komandos ên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh operasyonek li rojhilatê Dêrazorê pêk anî. Di operasyonê de 10 çeteyên şaneyeke DAIŞ’ê hatin girtin.

Li Dêrazorê operasyon: 10 çete hatin girtin
16 gulan, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand di operasyoneke ewlehiyê de 10 çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên li rojhilatê Dêrazorê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de, Hêzên Komandos ên girêdayî hêzên me (QSD) duh (Pêncşem) operasyoneke ewlehiyê ya baldar li rojhilatê Dêrazorê pêk anî.

Operasyon piştî şopandin, komkirina agahiyên zelal û têrker li ser endamên şaneyan û diyarkirina cihên wan, kiryarên terorî ku pêk anîn, hat lidarxistin. Piştî tespîtkirina cihên şaneyê, hêzên me derdora cih girt û 10 endamên şaneyê girtin ku destê wan di kiryarên terorî yên li dijî hêzên me, sivîl û saziyên giştî yên xizmetan de hene.

Di operasyonê de miqdareke çek û cebilxane ku li gel terorîstên girtî hat dîtin, hat desteserkirin.

Hêzên me teqez dikin ku dê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe yên ewlehî û leşekerî li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst bidomîne ta jêderên wan ên madî û manewî tune bikin."

(bb)

ANHA