‘Em di perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr in’

Xwendekar û dayikên wan biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî red kir û got ew di perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr in.

‘Em di perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr in’
1 cotmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Bertekên xwendekar û mamosteyan ên li hember biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî, dewam dikin.

Xwendekar û malbatên wan ên li gundê Dêrna Axê ya herêma Aliyanê ya Çilaxayê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

‘ZIMANÊ KURDÎ NASNAME Û HEBÛNA ME YE‘

Jina bi navê Xirûba Hesen diyar kir ku zarokên wê ji destpêkê ve û heya niha bi zimanê dayikê dixwînin û biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bo 3 saetan di hefteyhekê de ji bo civaka Kurd neguncaw e.

Xirûba Hesen anî ziman ku zimanê kurdî girêdayî dîrok, çand û mîrata gelê Kurd e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Perwerdeya bi zimanê kurdî û pêşxistina wê rêya bingehîn a parastina nasname û veguhestina wê ji nifşekî bo nifştekî din e."

Xirûba Hesen di nava axaftinên xwe de bi bîr xist ku rejîma Baasê mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê dayikê çewisandibû û sûcên kuştin, girtin û koçberkirin li dijî Kurdan pêk dianîn, lê tevî vê yekê Kurdan zimanê xwe di axaftina li malê parast û bi awayekî veşartî hîn dibû.

Xirûbaya bi domdarî got: "Piştî ew qas berdêlên mezin ên ku me dane, em qebûl nakin zimanê me careke din were înkarkirin. Em biryara wezareta perwerde û fêrkirinê ya hikumeta veguhêz red dikin. Em teqez dikin ku mafê me û mafê zarokên me ku bi zimanê dayikê hîn bibin û zimanê me di destûrê de were mîsogerkirin."

Şêniya bi navê Şerîfe Hesen jî destnîşan kir ku zarokên wê hînî zimanê dayikê dibin û wiha got: "Ziman nasnameya me ya neteweyî ye. Mafê me yê xwezayî ye ku mîna gelên din zimanê xwe bi kar bînin û wê ji helandinê biparêzin. Ji bo vê yekê gereke zarokên me bi zimanê xwe bixwînin û zimanê xwe bi pêş bixin."

‘ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ REWA YE’

Şerîfe Hesen biryara wezareta perwerde û fêkirinê ya têkildarî zimanê kurdî red kir û wiha pê de çû: "Biryar nayê qebûlkirin. Divê wezaret ji vê biryarê vegere. Zarokên me hewcedar in ku bi awayekî xurttir fêrî zimanê dayikê bibin, bixwînin û binîvisînin û bi awayekî durist bi zimanê xwe îfade bidin û wê biparêzin."

Xwendekara navîn Nêvîn Mişo diyar kir ku ew jî destpêkê ve bi zimanê dayikê yê kurdî hîn bûye û got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê herî gelekî ye. Wezareta Perwerde û Fêrkirinê hewl dide perwerdeya bi zimanekî din ku em nikarin pê îfade bikin li ser me ferz bike. Ev tiştî qet nayê qebûlkirin. Weke xwendekar ne mumkin e ku ji vê biryarê razî bibin. Divê wezareta perwerde û fêrkirinê vê biryarê betal bike."

Nêvînê destnîşan kir ku erka dibistanê ne tenê mufredatên fêrkirinê pêşkêş bike, lê di heman demê de erka wê parastina ziman û çandên civakên Sûriyeyê ye, ferzkirina zimanekî din û kêmkirina saetên perwerdeya bi zimanê dayikê bi xwe paşguhkirina rola gelê Kurd di Sûriyeya nû de ye û nayê qebûlkirin.

Nêvîn Mişo her wiha got, ew ne li dijî fêrkirina bi zimanên din wekî erebî, ingilîzî, fransî ne, lê bi israr in ku materyalên perwerdeyê bi zimanê dayikê bin.

Xwendekara bi navê Şîlan Omer jî da zanîn ku zimanê kurdî beşek ji jiyana wan a rojane ye û kêmkirina saetên dersdayînê şiyana wan a xwepêşxistinê sînordar dike.

Şîlanê xwest zimanê kurdî li gorî girîngiya wê di proseya perwerdeyê de hebe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin. Kêmkirina saetên perwerdeyê nayê qebûlkirin. Mafê tu kesî nine ku tiştekî li ser me ferz bike. Em bi hezaran şehîd dane da ku bi zimanê xwe yê dayik li welatekî li ser bingehên edalet û wekheviyê berdewam bikin. Em li ser soza ya bi şehîdan re ne û mafê xwe yê ziman dixwazin."

(bb)

ANHA