Pirsgirêkên herêmî hewldanên çareserkirina aloziyan li Lubnan û Sûdanê asteng dikin

Çavdêran diyar ku herêm bi pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên aloz re rû bi rû ye. li Lubnanê hewldanên ji bo destpêkirina pêvajoyek danûstandinê berdewam dikim, li Sûdanê jî hewldanên berdewam ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna çareseriyek siyasî ya berfireh, di rojevê de ye.

Pirsgirêkên herêmî hewldanên çareserkirina aloziyan li Lubnan û Sûdanê asteng dikin
29 hezîran, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser bandorên danûstandinên Lubnan-Îsraîlê li ser dîmena navxweyî ya Lubnanê û her weha krîza Sûdanê, nivîsîn.

RASTIYEK KU LUBNAN NIKARIBÛ JI WÊ BIREVE

Rojnameya El Ereb a li Londonê destnîşan kir ku Lubnan bi rastiyek nû re rû bi rû ye ku wê neçar dike bi guhertinên herêmî re mijûl bibe û danûstandinên ji bo bidawîkirina dagirkeriya Îsraîlê û hêsankirina vegera koçberan, berdewam bike. Rojnameyê destnîşan kir ku peymana çarçoveyî ya li Washingtonê hatî îmzekirin veguherînek ber bi pêvajoyek danûstandinê ya ragihandî ve nîşan dide, ku ji dirûşmeyên kevneşopî wêdetir diçe.

Rojnameyê destnîşan kir ku serkeftina vê pêvajoyê gêrdayî ye ka dewleta Lubnanê dikare parastina yekdestdariya li ser karanîna hêzê bike yan na.

 LIBNAN DI NAVBERA ÎMZEYA WASHINGTONÊ Û HESABÊN TEHRANÊ DE

Malpera "Asas Media" peymana çarçove wekî gaveke yekem ber bi kêmkirina aloziyê ve nirixand, lê destnîşan kir ku pêkanîna wê ji ber helwestên cuda yên aliyên têkildar, bi taybet di derbarê siberoja çekên Hizbullahê de, bi dijwarîyên girîng re rû bi rû ye.

Malperê destnîşan kir ku vekişîna Îsraîlê, li gorî peymanê, bi tedbîrên ewlehiyê yên ku ji hêla dewleta Libnanê ve têne bicîh kirin ve girêdayî ye. Serkeftina têgihîştinê jî bi rêça danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de ve girêdayî ye.

SÛDAN HÊJAYÎ AŞTIYÊ YE

Derbarê Sûdanê de, rojnameya El Xelîc diyar kir ku berdewamiya şer ji Nîsana 2023an de krîza mirovî girantir kiriye û çarçoveya wêranî û koçberiyê firehtir kiriye. Rojnameyê bal kişand ser têkçûna înîsiyatîfên ji bo rawestandina şer û gihîştina çareseriyek siyasî.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku agirbest şertê bingehîn e ji bo bidawîkirina êşa sivîlan û banga ji bo veguheztinek siyasî ya ku dibe sedema hikûmetek sivîl a serbixwe dubare kir. rojnameyê nivîsî ku çareseriyeke leşkerî dê aramiyê pêk neyne, ji ber ku hin alî înîsiyatîfên agirbestê û hewildanên navneteweyî napejirînin.

(k)