Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe

Piştî erdhejên bi mezinahiya 7.2 û 7.5 ên ku di 24’ê Hezîranê de li Venezuelayê rû dabûn, hejmara qurbaniyan gihîşt 1450 kesan û bi hezaran mirov jî hîna winda ne.

Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe
29 hezîran, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Venezuelayê piştî erdhejên 24’ê Hezîranê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin; hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ber bi zêdebûnê ve çûye û gihîştiye 1450 kesan.

Serokê Parlamena Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez, piştî her du erdhejên mezin ên bi mezinahiya 7.2 û 7.5, agahiyên herî dawî yên derbarê hejmara mirî û birîndaran de parve kirin.

Rodriguez diyar kir ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 1450 kesan û zêdetirî 3 hezar û 150 kes jî birîndar bûne.

Jorge Rodriguez da zanîn ku heta roja îro 12 hezar û 721 kes ji ber erdhejê ji cih û qadên xwe bûne û koçber bûne; her wiha eşkere kir ku 774 avahî bi temamî rûxiyane.

Rodriguez destnîşan kir ku li seranserî welat zêdetirî 25 hezar wezîfedar ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kirine. Tê pêşbînîkirin ku li Venezuelayê hîna jî bi dehan hezar mirov di bin kavilan de winda bin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihandibû ku di 24’ê Hezîranê de li Venezuelayê bi navberekî tenê 39 saniyeyan, du erdhejên mezin ên bi mezinahiya 7.2 û 7.5 rû dane.

USGS’ê eşkere kir ku navenda erdheja pêşîn a bi mezinahiya 7.5, 23 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Yumare ya ser bi parêzgeha Yaracuyê ye; navenda erdheja duyem a bi mezinahiya 7.2 jî 24 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê San Felipe yê heman parêzgehê ye.

Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê li bajarê Yumare 10 kîlometre û li bajarê San Felipe jî 21.9 kîlometre di bin erdê de bûye.

Her wiha USGS’ê da zanîn ku duh jî li welat erdhejeke nû ya bi mezinahiya 4.8 rû daye û navenda wê 35 kîlometre li bakurê rojhilatê herêma El Limon a ser bi parêzgeha Araguayê bûye.