Îsraîlê êrişî herêma Yermûkê kir gelek kes koçber bûn

Hêzên Îsraîlê êrişeke bejayî li ser gundên herêma Yermûkê ya li gundewarê rojavayê Derayê pêk anîn, her wiha gundê Abdîn û derdora wê topbaran kir, di ecamê de gelek kes koçber bûn.

Îsraîlê êrişî herêma Yermûkê kir gelek kes koçber bûn
29 hezîran, 2026   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêma Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê, di nav de gundên Abdîn, Meariya û Cemla, roja Yekşemê rastî êrişên Îsraîlê hatin.

Gundê Abdîn û derdora wê jî hat topbarankirin û balefirên şer û yên bê mirov li asmnê  gundewarên Derayê û Quneytrayê firiyan.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kirin ku wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê berî vekişînê ketine gundê Abdînê û gule ber bi herêmê ve avêtin.

Parastina Sivîl a Sûriyeyê diyar kir ku topbarana Îsraîlê nebûye sedema birîndarî an zirarên madî li malan, lê bûye sedema koçberiyê li gund û bajarokên derdora Abdînê.

(k)