Ji bo papayê Vatîkanê Robert Prevost hat hilbijartin

Li Vatîkanê papayê Katolîkan Robert Prevostê 69 salî hate hilbijartin. Cara ewile papayeke Amerîkî tê hilbijartin. Flevort wê navê ’14. Leo’ bikar bîne.

Ji bo papayê Vatîkanê Robert Prevost hat hilbijartin
8 gulan, 2025   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Vatîkanê piştî wefata Papa Francîs û şûnde di tura 3’emîn a dengdanê de papa hate hilbijartin. Li gorî vê papayê nû Robert Prevostê 69 salî ye.  Flevort li xwaringeha Azîz Peturs Bazîlîkasî silav da gel.

Prevost, bû papayê yekem ê Amerîkî kete dîrokê. Flevort navê ’14. Leo’ hilbijart.

PAPAYÊ NÛ KÎ YE?

Robert Francîs Prevots 14’ê Îlona 1955’an li Chîcago hatiye dine. Dîndarekî Katolîk ê Emerîkî ye. Ji sala 2023’an ve weke Serokê Dîkateşîya Pîskoposan û Serokê Komîsyona Pontifîkal a Amerîkaya Latîn kar dikir

Berî niha navbera salên 2015-2023’an weke Pîskoposê Chîclayo ya Perû, navbera salên 2001-2013’an Serkeşeyê Terîqata Ezîz Aûgûstînûs erk girtiye. Sala 2023’an ji aliyê Papa Francîs ve kardînal hatibû îlankirin. Ji sala 2025’an û vir ve li gel Karînal Prevost erkê Pîskoposê Albano Kardînal hilgirtibû. Piştî wefata Papa Francîs bû papayê nû.