Peyama xelkê Hesekê: Em teslîm nabin, an şehadet an serkeftin

Xelkê bajarê Hesekê peyamek da raya giştî ya cîhanê ku ew teslîmî êriş û gefên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker nabin û got "An şehadet an serkeftin.”

Peyama xelkê Hesekê: Em teslîm nabin, an şehadet an serkeftin
21 ÇILE, 2026   04:15
HESEKÊ
BOTAN HİSÊN – HENAR IBRAHÎM

Di çarçoveya mafê xweparastinê de û li ser banga seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye û banga berxwedanê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê daket kolanan û çek hilgirtin da ku bajarê xwe li dijî gef û êrişên berdewam ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê biparêzin.

Şêniyên bajêr helwesta xwe ya der barê êriş û seferberiya giştî de anî ziman.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Hesen diyar kir ku wan îro çek hilgirtiye da ku deverên xwe û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin. Hesen got: "Em ê axa xwe ji dagirkeriyê biparêzin."

Hesen destnîşan kir ku Kurd di çarçoveya parastina xwe ya rewa de, ji mafê wan e ku axa xwe ji gefên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê yên ku dixwazin herêmê dagir bikin, biparêzin.

Hesen destnîşan kir ku QSD`ê karîne mirovahiyê ji terorîzma herî xeternak a cîhanê biparêzin, lê cîhan li hember gefên qirkirinê yên li ser Kurdan bê deng ma. Hesen got: "Tevî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser zindanên DAIŞ'ê, Hevpeymaniya Navneteweyî bê deng e."

Hesen li ser xeterayên êrişa li ser zindana Sînaa ya li Hesekê ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê lê tên girtin, hişyarî da û got: "Cîhan dê di xetereyeke rastîn de be û ev yek dê encamên wê yên xirab hebin.”

Îbrahîm Hesen da zanîn ku peyama wan peyama berxwedanê ye û bang li Kurdên li her derê kir ku piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî û Kurdên li Rojava û got: "Em li ser axa xwe azadiyê dixwazin."

Şêniya bi navê Şêrîn Oso destnîşan kir ku bajarê Hesekê û herêmên Kurdan niha di bin gefên êrişa çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne. Şêrîn diyar kir ku Rojava di qonaxek hesas û dîrokî re derbas dibe.

Şêrînê da zanîn ku ew ê li hember van êrişên hovane xwe ji nû ve birêxistin bikin û got: "Îro em ê li hember van êrişên hovane xwe ji nû ve birêxistin bikin. Em ê li kolanan bin û herêmên xwe biparêzin.”

Şêrîn destnîşan kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê destpêka komploya li dijî Kurdan bûn û diyar kir ku ew ê xwe û bajarên xwe teslîm nekin. Şêrîn got: "Komploya li dijî Kurdan li Rojava, Kurd li çar parçên Kurdistanê û cîhanê kirin yek. Ev roja me ya dîrokî ye."

Şêrîn her wiha got: "Îro em ji bo parastina bajêr li kolanan in û piştgiriyê didin hêzên xwe û em ê heta ku mafên xwe bi dest bixin, şer bikin.”

Şêniyê bi navê Cemîl Hec Xelef diyar kir ku ew ê Hesekê teslîm nekin û dê heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin, piştgiriyê bidin hêzên xwe yên li eniyên pêş. Hec Xelef got: "Heta niha Hesekê aram e û di bin kontrola hêzên xwe de ye."

Hec Xelef bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û piştgiriya ji bo Kurdên Rojava û got: "Berxwedana li Hesekê dê birînên Kurdan derman bike û dê di dîrokê de were nivîsandin. Hesekê ya me ye û dê bi ser bikeve."

Cemîl Hec Xelef peyamek ji bo hemû Kurdên li çar aliyên cîhanê şand û diyar kir ku Kurd dikarin bi yekitî û piştgiriya hevbeş pêşî ji van êrişan bigirin û azadiyê bi dest bixin.

Cemîl Hac Xelef got divê hemû aliyên Kurd di vê demê de nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê Idrîs Oso jî diyar ku ew amade parastina bajêr bikin û bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera şêniyan de û got: "Şerê îro şerê hebûnê ye."

(k)

ANHA