Banga xurtkirina yekitiya Kurdan li hember êrişan û siyaseta qirkirinê

Jinên ji Amûdê diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi yekitiya Kurdan heye û destnîşan kir ku yekitî li hember êrişên dubare û siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd rêya yekane ye.

Banga xurtkirina yekitiya Kurdan li hember êrişan û siyaseta qirkirinê
21 ÇILE, 2026   02:45
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Jinan ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê diyar kir ku piştgiriya wan ji QSDˊê re ji baweriya wan ku QSD rola xwe ya parastina herêmê û berevaniya rûmeta gelan dike, tê. Jinan êrişên çeteyên hikumeta demkî ya bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Mura Zoro destnîşan kir ku Kurd îro rûbirûyî komployên rûpelên tarî yên dîrokê ne. Murayê anî ziman ku tiştê îro li dijî gelê Kurd pêk tê berdewama siyaset dûrxistin û qirkirinê ye û wiha axivî: "Wekî çawa dewletan li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo pêk anî, îro li dijî gelê Kurd bi rêya civînên navneteweyî yên bi armanca şikandina vîna wî, pêk tînin. Lê vîna gelê me ji tevahî planan bihêztir e."

Murayê da zanîn dê jin heta dawiyê li qadan bin, girêdana xwe bi xakê re xurt bikin û hewldanên teslîmiyetê red bikin û got: "Em dev ji xaka xwe bernadin. Çiqas êriş giran bin gelê Kurd dimîne."

‘JINAN BANGA RÊVEBERIYA XWESER A SEFERBERIYA GIŞTÎ BERSIVANDˊ

Mîhrîcan Mela Newaf jî diyar kir ku jinan banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a seferberiya giştî bersivand û diyar kir ku ev êriş li dijî tevahî mirovahiyê ne.

Mîhrîcan destnîşan kir ku "Em banga aştiyê dikin, xwînrijandinê naxwazin. Lê di heman demê de em li hember êrişên ku gefan li hebûna me dixwin destgirêdayî namînin."

Mîhrîcan bal kişand ser girîngiya berdewama parastina xakê û şopandina rêça şehîdan.

‘EM JI BO BERSIVDANA ÊRIŞAN AMADE NEˊ

Medya Seido jî bal kişand ser piştgiriya hinan aliyan ji çeteyên DAIŞˊê û şaneyên veşartî yên li herêmê re ku gefên rasterast li dijî herêmê dixwin.

Medyayê got: "Herêmên me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, em amade ne li hember êrişan bisekinin, serî natewînin an jî radest nabin. Em ê piştgiriya hêzên xwe di parastina xak û gelê xwe de dewam bikin."

Medyayê diyar kir ku dema xurtkirina yekitiya Kurdan weke vebijêrkeke çarenûsî li hember êriş û komployên li dijî gelê Kurd hatiye. Medyayê da zanîn ku êrişên leşkerî, siyasî û ragihandinê li dijî Kurdan berdewama siyasetên qirkirinê yên bi serdaman pêk hatiye, li hember vê jî pêdivî bi yekitiyê heye.

Medyayê bang li gelê Kurd ê li tevahî Kurdistanê kir ku li dora doza xwe ya adilane bin, hedefgirtina kîjan parçeyî ji Kurdistanê hedefgirtina tevahî parçeyan e, yekitî û vîn hêza ku nayê şikandin e.

Medyayê anî ziman ku yekitiya Kurdan valvaya ewlehiya rastîn a parastina hebûna Kurd û parastina destkeftiyên bi fedakariyên şehîdan pêk hatine û got: "Pêdiviay qonaxê bi hişmendiya giştî û berpirsiyariyeke dîrokî heye. Yekitiya Kurd êdî ne hilbijêrek e lê pêwistiya rûbirûbûna êrişan û parastina siberoja nifşên nû heye."

(fr)

ANHA