Koçberekî 70 salî: Sûc didomin, sûcdar yek e

Li gel siyasetên sîstematîk ên koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê, kalemêrekî Kurd ku cara 4ˊan e ji Efrînê ber bi Şehbayê, dûre Heleb û ji wir ber bi Qamişloyê koçber dibe, diyar dike ku “sûc berdewam in û sûcdar jî yek e”.

Koçberekî 70 salî: Sûc didomin, sûcdar yek e
21 ÇILE, 2026   05:25
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-BÊRÎTAN ÎRLAN

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê di 2018ˊan de dagir kiriye, jiyana şêniyên resen bûye koçberiya berdewam a bi darê zorê. Ev koçberî yek ji dirêjtirîn û dijwartirîn koçberiya li Sûriyeyê ye. Piştî koçberiya ji Efrînê, bi sedan malbat li kampên Şehbayê bi hêviya koçberiya demkî ku vegerin malên xwe, bi cih bûn. Lê rewşa siyasî û peymanên navneteweyî ev hêvî têk birin.

Bi hilweşîna rejîma Baasê ya di encama lihevkirinên navneteweyî de û hatina hikumeta demkî li ser desthilatê re ku tê de komên çeteyan ji Emşat, Hemzat, Firqeya 64ˊan û hwd ên di lîsteyên terorê de, xelkê Efrînê rûbirûyî koçberiyeke din a bi darê zorê bû. Vê carê ji kampên Şehbayê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve. Hîna birînên wan ên koçberiyê nekewiyabûn, trajediyên koçberiyê dîsa dest pê kirin.

Koçber Xalid Reşîd Reşdî yê 70 salî, behsa koçberiya bi darê zorê ya biêş dike.

Xalid ê ji xelkê taxa Şêxmeqsûdê ku ji zêdetirî 50 salan ve li wir bi cih bûye, tevî hevjîna xwe ku gelek nexweşî pê re hene, ji mala xwe bi darê zorê koçber bûye.

Reşîd got: "Em 4 caran koçber bûn; em ji Helebê koçberî Efrînê bûn, ji Efrînê jî koçberî Şehbayê bûn. Ji Şehbayê jî koçberî Helebê û ji Helebê jî koçberî Qamişloyê bûn. Îro tevî hevjîn, keça min û hevjîna xwe dijîn, hêvî û tiştên xwe li şûna xwe hiştin û tenê me ruhê xwe xelas kir."

Reşîd diyar kir ku êrişên li dijî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd pir giran bûn, ji lew re ew neçar man çend rojan li cem xizmên xwe bimînin û dûre berê xwe bidin Qamişloyê.

Reşîd di dawiyê de got dengên topbaranê mal dihejandin, kabûsên koçberiya berê dianîn bîra wan, bi taybet jî ew nêzî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bûn û deng zêde bûn û got: “Tiştên li Şêxmeqsûdê bûne li dijî welatiyan sûc bûn, navê wê koçberiya bi darê zorê ye û sûcdar yek e.”

(fr)

ANHA