Peyama Rêber Apo ya ji bo Onder: Onder xwedî nasnameyek rastîn û çanda aştiyê bû

Rêber Abdullah Ocalan di peyamekê de xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Sirri Sureyya Onder anî ziman û got ku ew xwedî nasnameyek rastîn û çanda aştiyê bû.

Peyama Rêber Apo ya ji bo Onder: Onder xwedî nasnameyek rastîn û çanda aştiyê bû
3 gulan, 2025   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ji ber wefata şehîdê aştî û demokrasiyê Sirri Sureyya Onder xemgîniya xwe anî ziman. Onder Abdullah Ocalan got ku “Dilê me ji ber koça dawî ya Sirri Sureyya Onder bi xemgîniyek kûr tijî ye.” û da zanîn ku Onder zarok û hevrêyê rastîn yê kevneşopiyên Anatoloyê, Tirkmenan û hemû gel û civakan bû.

Peyama Rêber Apo wiha ye:

“JI BO BÎRANÎNA SIRRI SUREYYA ONDER

Koça dawî ya siyasetmedarê me yê hêja Sirri Sureyya Onder dilê me xemgîn kir. Ew mirovekî pir hêja bû, kurekî rastîn yê gel bû. Kevneşopiya Anatoloyê û Tirkmenan zarokekî mezin winda kir, hemû civak û gelên erdnîgariya me hevrêyekî mezin winda kir. Ez rêzdariyeke mezin ji bo bîranîna wî digirim. Di 27’ê Sibatê de, di hevdîtina me ya dawî de, wî hevoka dawî ya ku me li bangê zêde kiribû nivîsandibû û dixwest ku wê bi xwe bixwîne. Ji bo hevjiyana aştiyane xwedî xîret û kedeke bêhempa bû. Ew xwedî jêhatîbûneke hostayî bû ku hemû aliyên neyînî vediguherîne aliyên erênî. Ew nasnameyeke rastîn a aştiyê û çandeke aştiyê bû.

Wî pir baş dizanibû ku aştî û pêvajoya aştiyê dê ji bo me hemûyan sûdmend be, û ev hesreta wî ya mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvî nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng ewe ku em vî ruhî derbazî aştiyê bikin û bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.

Careke din ez dilsoziya xwe ya bêdawî ji bo bîranîna wî diyar dikim; Ez sersaxiyê ji malbat, heval, dost û hemû gelên me yên hêja re dixwazim.

Serê me hemûyan sax be.

Abdullah Ocalan

3’yê Gulana 2025’an”ظ