Meclisa Xwendekaran civîna xwe ya demezrîner li dar xist

Xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna damezrîner a Meclisa Xwednekaran de diyar kir ku ew ê pabendî avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaletê, redkirina cudahî û nijadperestiyê bin.

3 gulan, 2025   21:13
REQA

Meclisa Xwendekaran a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zanîngeha Şerq a Reqayê civîna xwe ya damezrînerê organîze kir. Di civînê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Zanîngehan, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, xwendekarên zanîngehên Rojava, Şerq û Kobanê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzirtin dest pê kir, dûre hevseroka Desteya Pewrerdê û Fêrkirinê Semîre Yûsif girîngî da perwerdê di gihandina mirov û civakê de û amaje bi rola wê di pêşanîna pêşketin û geşbûnê de kir. Semîre diyar kir ku damezrandina Meclisa Xwendekaran hişmendiya xwendekaran a li ser girîngiya beşdarbûn û berpirsiyariyê di avakirina pêşeroja wan a perwerdehiyê de nîşan dide.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Zanîngehan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Hemşo bixêrhatina beşdaran kir û teqezî bi rola girîng a xwendekaran di jiyana zanîngehê de kir û got ji bo avakirina hawîrdorek perwerdehiyê ku piştgiriya hêvî û însiyatîfan dike, girîngî bi diyalog û vekirîbûnê heye.

Di civînê de rêziknameya meclisê nîqaşkirin. Civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Xwendekaran diyar ku ew pabendî avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaletê, redkirina cudahî û nijadperestiyê, xurtkirina rola xwenedakran di civînên akademîk û navneteweyî de, ne. her wiha di daxuyaniyê de girîngiya yekitiya xwendekaran li Sûriyeyê û pêwîstiya rûbirûbûna her destwerdanên otorîter ên ku çalakiyên demokratîk li zanîngehan asteng dikin, tekez kir.

Ev meclis, ji bo birêxistinkirina karê xwendekaran, xurtkirina rola xwendekaran di pêşxistina jîneha zanîngehan û civakê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gaveke girîng e.

(fr)

ANHA