Li Stenbolê sersaxiya ji bo Sirri Sureyya Onder tê qebûlkirin

Ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

Li Stenbolê sersaxiya ji bo Sirri Sureyya Onder tê qebûlkirin
3 gulan, 2025   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest. Gelek kes hatin Nexweşxaneya Florence Ningtingale ya ku Onder lê ye. Nexweşxane ji mêvanan tijî bû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Nûrî Aslan, Serokê Partiya Gelekê Ahmet Davûtoglû, Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Stenbolê Davût Gul, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endamên Meclisa DEM Partiyê û gelek welatî ber bi nexweşxaneyê ve herikîn.

Sersaxiya ji bo Onder li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê tê qebûlkirin . Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên HDK'ê Alî Kenanoglû û Meral Daniş Beştaş, Parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel û endamên DEM Partiyê pêşwaziya welatiyên ji bo sersaxiyê tên, dikin.

Hola Şanoyê ya Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a ku sersaxî lê tê qebûlkirin, ji kesan tijî bû. Wêneyê Sirri Sureyya Onder li ser ekranê hat pêşandan. Mase bi wêneyên Onder û qurnefîlan hate xemilandin.

Serdana sersaxuiyê didome.