Pêşangeha Şehîd Herekol eleqeyek mezin dibîne

Çalakiyên Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ay 9ˊemîn di nava eleqeyeke mezin a serdanvanan û kesên girîngiyê didin çandê û xwendinê de didome. Sibe, pêşangeh bi xelatkirina beşdaran, bi dawî dibe.

25 cotmeh, 2025   22:24
QAMIŞLO

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di roja xwe ya 6'emîn de li parka Azadî ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê didome.

51 weşanxane, weşan, kovar, navend, nivîskar, komele û pirtûkxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Sûriyê (Şam, Dera, Latqiyê, Heleb) Lubnan, Belçîka û Bakurê Kurdistanê -Tirkiyeyê, beşdarî pêşangehê bûne.

Di pêşangehê de nêzî 140 hezar pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Suryanî, Ermenî, Îngilîzî û Rûsî bi 14 hezar û 700 sernavan hatin pêşkêşkirin. Rêjeya beşdariya jinan di pêşangehê de ji sedî 40 e. Rêjeya pirtûkên Kurdî jî ji sedî 43 û ya pirtûkên zarokan ji sedî 4 e.

Hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Firyal Çolî ji ajansa me re da zanîn ku sibe roja dawîn a pêşangehê ye û got îsal li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeh eleqeyek mezin dît.

Firyal Çolî diyar kir ku ji ber rêbazên anîna pirtûkan ji derve lêçûna wan û nirxê wan zêde bû, ev jî bû sedema ku hin serdanvan nikaribûn pirtûkan bikirin.

Firyal Çolî diyar kir ku deste hewl dide her sal alîkariya hezkerên pirtûkan bike û barê wan sivik bike û di salên bê de asta pêşangehê pêş bixe û anî ziman ku: "Em bang li her kesî dikin ku berê xwe bidin xwendinê û pirtûkan wekî çavkaniya sereke ya rewşenbîrî û zanînê bigirin."

Sibe (26 Cotmeh 2025) pêşangeh bi xelatkirina beşdaran bi dawî dibe.

(mh/fr)

ANHA