Îsraîlê li Şerîda Xezayê endamekî "Cîhad El Îslamî" kuşt

Îsraîlê di êrişeke hewayî ya li kampa Nisêrat a li Şerîda Xezayê de endamekî "Cîhad El Îslamî" kuşt.

Îsraîlê li Şerîda Xezayê endamekî "Cîhad El Îslamî" kuşt
25 cotmeh, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê di êrişeke hewayî ya li Xezayê de çalakgerekî Tevgera "Cîhad El Îsamlî" kuşt. Ev yek ligel berdewama peymana agirbestê ya serokê Amerîkayê Donald Trump, pêk hat.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gotibû wî li gorî peymana agirbestê ya li Xezayê perspektîf dane artêşê ku tevahî tonelên Hemasê yên li herêmê ku hêz jê vekişîne, birûxînin.

Katz rûxandina tonelên Hemasê bi "erka sereke" ya hêzan bi nav kir.

(fr)