Partiyên siyasî ji bo Rojava diçin Pirsûsê

Gelek partiyên siyasî ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava dê sibê tev li meşa li Pirsûsê bibin.

Partiyên siyasî ji bo Rojava diçin Pirsûsê
21 ÇILE, 2026   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglu, parlementera EMEP’ê Sevda Karaca, serokê giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, hevserokê giştî yê ESP’ê Murat Çepnî, hevserokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz, berdevka SODAP’ê Kezban Konûkçû, berdevka TOP’ê Jûlîana Gozen, nûnerên partiyên Yeşîl Sol Partiyê, Partiya Şoreşger û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) bi armanca piştgiriya Rojava sibê diçin navçeya Pirsûs a Rihayê.

Nûnerên partiyan û rêxistinên civakî dê tev li meşa sibê saet 13.00’an a ji Pirsûsê ber bi sînorê Kobaniyê ve bibin.