Çeteyên hikumeta demkî li Şedadê gorên şehîdan xirab kirin

Çeteyên hikumeta demkî piştî ketin bajarê Şedadê, bêrêzî li gorên şehîdan kirin û gor xirab kirin.

Çeteyên hikumeta demkî li Şedadê gorên şehîdan xirab kirin
21 ÇILE, 2026   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî êrişî pakrewangeha bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê kir ku bi sedan gorên şehîdên QSD, YPJ, YPG û sivîlan lê hene û xirab kirin.

Di dîmeneke hatiye parvekirin de, çeteyek kêlên goran yek bi yek dirûxîne.

Beriya niha jî pakrewangeha gundê Nebo yê herêma Şiqêf a bakurê rojavayê bajarê Helebê xirab kiribûn.

(b)