Partiyên Kurd xwe ji bo yekrêzî û çareseriyê amade dikin

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê partiyên Kurd ev demeke ji bo helwesta yekpare ya siyasî û lîstîna rolek girîng a di çareseriya pirsgirêka Kurd a li Suriyeyê de di nava xebatan de û encamên girîng bi dest dixin.

Partiyên Kurd xwe ji bo yekrêzî û çareseriyê amade dikin
11 nîsan, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Kurd ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û ya Suriyeyê de nêrîneke yekpare ya siyasî derxînin holê û pêk bînin, rêzecivîn û hevdîtinan dikin. 

Gavên destpêkê yên xebatê di sala 2023’yan de hatin avêtin û encamên girîng bidest xistin. Beşek ji van xebatan di ragihandinê de jî cîh girt û niha gihîştiye qonaxa ku veguhere bedenekê.

Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer û alozî didomin, her wiha dewleta Tirk a dagirker plan dike ku êrişên nû pêk bîne û ji bo wê jî dixwaze Kurdan dijî hev sor bike de, partiyên Kurd jî têkoşîna jibo yekrêziyê zêde kirin.

Li gorî agahiyên ku me ji payebilindên partiyên van xebatan dimeşînin girtine, fikra avakirina siyaseta yekpare di encama nêrîna vê nêrînê de derketiye holê: “Pêwîste em di çareseriya Kurd û ya Suriyeyê de bibin xwediyên gotinê û bingehekê ji diyaloga ji çareseriya aloziyan çêbikin”.

DESTPÊKÊ HEVDÎTIN

Di çarçoveya vê nêrînê de destpêkê di navebar partiyên Kurd de diyalog û hevdîtin hatin meşandin. 24 partiyên siyasî bi erênî nêzî xebatê bûne û hevdîtinên xwe domandin. Dema ku ber bi dawiya sala 2023’yan de ve nîqaşên nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatin meşandin, partiyan jî lez dan xebatên xwe.

REŞNIVÎSA HELWESTA SIYASÎ

Wekî encamek van hewldanan di 29’ê Kanûna 2023’yan de reşnivîsa helwesta siyasî ya yekpare hat amadekirin. Reşnivîs destpêkê ji 9 xalan pêk dihat, lê piştî gotubêjan 5 xalên din li ser hatin zêdekirin û bûn 14 xal.

ENKS’Ê Jİ DESTPÊKÊ VE RED KIR

Reşnivîs ji aliyê piraniya partiyên tevlî hevdîtinan bûne ve erênî hat dîtin. Tenê 4 partiyan li ser 3 xalan gumanên xwe anîn ziman, lê bi van partiyan re jî danûstendin berdewam dikin.

Tişta balkêş ew e ku ENKS li her cihekî bi hêzên dagirker û çeteyan re rudine, lê hîn ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya Kurdî bibe.

REŞNIVÎS BI GEL Û REWŞENBÎRAN RE HAT PARVEKIRIN

Piştî lihevkirinan li ser reşnivîsê, heman nêrînên hevpar bi gel û rewşenbîran re jî hatin parvekirin. Bi vê mebestê ji destpêka meha Adarê (2024) ve dest bi pêkanîna civînan hat kirin. Civîna yekemîn û duyemîn li Qamişlo, hat çêkirin, pişte li Hesekê, Kobanê, Amûdê, Dêrik û Dirbêsiyê dom kirin.

Di civînên ku rûpsiyî, rewşenbîr û welatî tevlî bûn de reşnivîsa helwesta yekpare ya partiyên Kurd hat xwend û nirxandin li ser hatin kirin.

Rayedaran da zanîn ku civînên parvekirên bi gel, rewşenbîr û nivîskaran re bidawî bûne, lê gotubêjên wan ên li ser pêşniyarên di civînan de derketine holê û şeklê dawî yê reşnivîsê didomin.

PLANSAZIYA KONFERANSÊ

Lî gorî zanyariyên partiyan, eger astengiyên mezin derknekevin, tê plankirin di dema pêş de konferansek bê lidarxistin. Di vê konferansê de wê nûnerên partiyan, rewşenbîr-nivîskar û pêşengên gel amade bin. Tê gotin ku hejmara beşdaran di navbera 150-200 kesan de be.

Di konferansê de wê reşnivîs were nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn. Eger reşnivîs bê erêkirin û lihevkirin çêbibe, wê bi daxuyaniyekê encam bi raya giştî re were parvekirin. Piştre jî wê bi civînek çapemeniyê pirsên rojnamevanan werin bersivandin.    

ANHA