Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî

Di çarçoveya xebatên tiba alternatîf de ji 108 madeyan dermanên xwezayî hatin amadekirin.

Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
Ji bo 21 nexweşiyan dermanên xwezayî
11 nîsan, 2024   03:45
QAMIŞLO
SELAVA EBDULREHMAN

Şaha Mehmûd Mehmûd 57 sal e li ser rêya nexweşxaneyan e û çaresî peyda nekir. Lê dema ku bihîst dermanên xwezayî hene, yekser berê xwe daye wir û hem bi buhayekî erzan derman peyda kirin, hem jî di demeke kurt de baş bûye.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yek ji xebatên girîng jî, tenduristî ye. Di nava van xebatan de karên tiba alternatîf derdikevin pêş.

Navenda Jiyan a ji bo Dermanên Alternatîf di bin sîwaneya Ofîsa Jinan a Desteya Tenduristiyê de van xebatan dimeşîne.

Navend li taxa Cûdî ya Qamişloyê hatiye vekirin û ev salek e kar dimeşîne. Navend li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya yekemîn e û 9 jin û mêr tê de dixebitin.

Xebatkarên navendê ku ji pisporan pêk tên, ji gihayên xwezayî û berhemên sewalan dermanên xwezayî amade dikin. Di vê çarçoveyê de heta niha ji 108 madeyên çêkirina dermanan ku di nava wan de 96 cureyên gihayan ên wekî anason, bîberiye (cureyeke catirê), qurnefîl, catir, meryemê, îsot, sîr, zencefîl, beybûn, gezgez, zerdeçal û nane hene.

Pêdiviyên dermanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên komkirin, her wiha ji derveyî herêmê tên anîn û destpêkê tên ziwakirin, piştre ji hev tên veqetandin û amadekirin. Di encamê de dermanên wekî melhem, heb, şurûb, ava gihayan tên amadekirin.

NEXWEŞIYÊN TÊN DERMANKIRIN

Dermanên tên amadekirin, ji bo 21 nexweşiyan tên bikaranîn. Di nava van nexweşiyan de yên wekî bîrov, sedef, egzema, alerjî, gurîbûn, kolon, gurçik, varîs, şekir, mantar, kolestrol, hesasiyet, nexweşiyên pişt, çong û lingan û mîgren derdikevin pêş.

GELEK KES FEYDEYÊ JÊ DIGIRIN

Di nava salekê de gelek welatiyan ji navendê feyde girtiye û ji bo nexweşiyên xwe derman peyda kirine. Dermanên tên amadekirin, bi buhayekî pir erzan tên firotin.

Yek ji kesên feyde ji navendê girtine jî, jina bi navê Şaha Mehmûd Mehmûd e. Şaha Mehmûd 57 salî ye, li taxa Hilêliyê ya Qamişlo rûdine. Bi salan e nexweşiyên pişt, mil û çong pê re hene û her li ser rêya nexweşxaneyan e. Lê heta niha êşên wê derbas nebûne.

Nêzî 3 meh beriya niha haya wê ji navenda Tiba Xwezayî ya Jiyan çêbûye û serlêdan kiriye. Hefteyê carekê diçe navendê û dermanên xwezayî digire. Li gorî ku Şaha dibêje, hem derman erzan in, hem jî êşên wê kêm bûne.

Şaha Mehmûd der barê mijarê de dibêje: "Berê ez diçûn nexweşxaneyê, hinek derman didan min, lê dema min dixwarin êş ji bo demeke kurt disekinî, lê piştre dîsa dest pê dikir û meda min diêşiya. Piştî ku çûm navenda dermanên xwezayî, êşên min hema bêje derbas bûn. Beriya niha min nedikarî bimeşim. Lê niha hemû karên malê dikim, her wiha diçim malên cîranan û yên zarokên xwe."

Şaha ev derman ji cîranên xwe re jî vegotine û niha gelek ji wan diçin Navenda Jiyan.

Rêveberê navendê Hemîd Hesen diyar kir ew li ser cureyên gihayên li herêmê lêkolînan dikin, yên heyî tespît û kom dikin. Gihayên ber bi windabûnê ve diçin jî, diparêzin, cihên zêdekirina wan amade dikin. Di vê çarçoveyê de li hewşa navendê jî gelek giha hatine çandin. Li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrezor, Dêrik, Hesekê, Tirbespiye û Çiyayê Kizwanan jî gelek giha hatine komkirin.

Hemîd Hesen destnîşan kir ku dermanên alternatîf kêm in, lê ew hewl didin vê xebatê mezin bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Hemîd Hesen got armanca navendê ne qazanckirina pereyan e, ew dixwazin hem dermanên xwezayî zêde bikin, hem jî pêdiviya welatiyan a tenduristiyê pêk bînin.

PERWERDE TÊ DAYÎN

Navend ji bilî çêkirina dermanan, ji bo kesên ku dixwazin, perwerdeya tiba alternatîf jî didin. Heta niha gelek kes hatine perwerdekirin û hemû xebatkarên navendê jî, di encama van perwerdeyan de dest bi kar kiriye.

(a)

ANHA