Partiya Sûriyeya Pêşerojê banga rawestandina êrişan kir

Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê binpêkirina peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê ne. Partiyê banga agirbestê û diyalogan kir.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê banga rawestandina êrişan kir
7 ÇILE, 2026   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî ya Sûriyeyê de yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş binpêkirina peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê ne, di heman demê de ragihandina şer li dijî sivîlan e.

Di daxuyaniyê de berxwedana her du taxan hat silavkrin û hate diyarkirin ku ev êriş nîşana reva ji lihevkirinên berê ne û hêviyên rawestandina tundiyê û pêkanîna aramiyê kêm dikin.

Partiyê bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor û hêzên çalak kir ku zextê bikin da ku êriş werin rawestandin û sivîl bêne parastin. Her wiha banga diyalog û çareseriyeke siyasî û adilane kir ku yekitiya welat û mafên hemû pêkhateyan biparêze.

 (b)