Brîtanya fikarên xwe der barê rageşiya leşkerî ya li Helebê nîşan dan

Wezareta Derve û Geşepêdanê ya Brîtanyayê der barê pevçûnên li Helebê û sivîlên birîndaran de fikarên xwe anîn ziman. Wezaretê diyar kir ku pêkanna aramiyê li Sûriyeyê xwedî girîngiyek mezin e û banga aramiyê û parastina welatiyan kir.

Brîtanya fikarên xwe der barê rageşiya leşkerî ya li Helebê nîşan dan
7 ÇILE, 2026   16:14
NAVEDNA NÛÇEYAN

Wezaretê destnîşan kir ku ew pêşdeçûnên meydanî li herêmê ji nêz ve dişopînin.

Ji duh ve komên çete yên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zenkî yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî de êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dikin, di encamê de 7 kes şehîd bûn, 54 kes jî birîndar bûn.

Komên çete bi dijwarî êrişî wan taxan dikin.

(fr)