Partiya Çepgir a Swêdê: Em xwe wek dostên rastîn ên Rêveberiya Xweser dibînin

Partiya Çepgir a Swêdê bi nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re li paytexta Swêdê Stockholmê civiya. Rayedarên partiyê rave kir ku ew xwe wek dostên rastîn ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibînin.

Partiya Çepgir a Swêdê: Em xwe wek dostên rastîn ên Rêveberiya Xweser dibînin
15 kanûn, 2023   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parlamentoya Swêdê de bi rayedarên Partiya Çepgir a Siwêdê re civiya. 

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê rêveberiyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berpirsê Partiya Yekitiya Suryan şaxê Ewropayê Josef Lehdo, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Skandînavyayê Şiyar Elî pêk hat. Şandeya Partiya Çepgir a Swêdê jî ji endamê Komîteya Têkiliyên Derve  ya Parlamentoya Swêdê Hakan Svenneling û berpirsa têkiliyên derve ya partiyê Kibbon Alp pêk hat.

Di hevdîtinê de her du aliyan nêrînên xwe der barê dozên hevbeş de parve kirin. Şandeya Rêveberiya Xweser jî, ji aliyê swêdî re geşedanên dawîn ên li herêmê û astengiyên li pêşiya rêveberiyê şîrove kirin.

Her wiha mijara terorê rojeva hevdîtinê ya sereke bû, her du aliyan pêwîstiya hevgirtina hewldanên navneteweyî destnîşan kir û divê bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin ji bo ku DAIŞ bi temamî ji holê rabe.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji şandeya Partiya Çepgir re aşkera kir ku di 10 mehên pêşîn ên 2023`yan de QSD`ê bi koordîneya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 47 operasyonên leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ`ê li dar xistine. Di encamê de 348 DAIŞ`î hatine girtin. Ev hejmar ji sala borî pirtir e.

Her wiha şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser zehmetî û sedemên aborî û qanûnî li pêşiya tunekirina DAIŞ`ê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî ewlehiya herêmê. Li gorî malpera Rêveberiya Xweser şandeyê ji aliyê swêdî re pêwîstiya bicihanîna civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hember vê mijara hesas aniye ziman û paşguhkirina wê, xetereyên mezin li ser herêmê û cîhanê tev de çêdike.

Şandeya Rêveberiya Xweser, bala şandeya Partiya Çepgir a Siwêdî kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya wê. Her wiha destnîşan kir ku ji bo nû ve sererastkirina binesaziyê pêwîst e destek û piştgirî ji Rêveberiya Xweser were pêşkêşkirin. Şandeyê destnîşan kir ku divê komîteyeke navneteweyî serdana herêmê bike ji bo ku wan sûcan belge bike.

Piştî agahdarkirina şandeya Partiya Çepgir, şandeyê diyar kir ku ew xwe dostên rastîn ên Rêveberiya Xweser dibînin û heta ku guhertin di siyasetên Swêdê de çêbûn jî lê ne hicet e ku hikumeta Siwêdê dev ji berpirsyariyên xwe li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde.

Şandeya swêdî diyar kir ku li qada navneteweyî gelek mijar û bûyer bûne rojev, lê gelek şaş e ku dozên girîng dereng bimînin mîna doza terorê ku divê her tim di rojevê de be û li ser vê esasê divê hevkariyeke rastîn bi Rêveberiya Xweser re li hember terorê bê kirin û bi tenê neyê hiştin.

(şx)