Di salekê de li Efrînê 435 kes hatin revandin

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê revandina welatiyan didomînin. Ji destpêka salê ve 435 kes hatine revandin.

Di salekê de li Efrînê 435 kes hatin revandin
15 kanûn, 2023   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Sûcan ragihand ku çeteyên Artêşa Wetenî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, di çend rojên dawîn de li herêmên cuda yên Efrînê 6 welatî revandine. 

Navendê diyar kir ku bi piranî çete bi ser malan de digirin, deriyên malan dişikînin, lêgerînê dikin, diziyê dikin û welatiyan direvînin.

Li gorî navendê, ji destpêka sala îsal ve li Efrînê 435 kes hatine revandin. Di nava wan de zarok û 180 nexweş hene û pêwîstiya wan jî bi dermankirina bilez heye.

(şx)

ANHA