Li 3 bajaran meş: Berxwedan vebijêrka me ye

Di xwepêşandanên li Hol, Şedadê û Til Hemîsê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de peyamên domandina berxwedanê û piştevaniya bi hêzên parastinê re hatin dayîn.

28 cotmeh, 2024   16:02
HESEKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li bajarên Holê, Şedadê û Til Hemîsê hatin şermezarkirin.

HOL

Bi sedan şêniyên bajarê Holê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Di meşa ji pêşiya avahiya Saziya Perwerdeyê destpê kir de, wêneyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk û pankartên şermezarkirina êrişan hatin hatin vekirin û bênavber jî dirûşme hatin berzkirin.

Meş li têketina bajar sekinî. Li vir piştî deqeya rêzgirtin, bi navê şêniyên Holê Ehmed El Ebdo axivî. Ehmed êrişên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide pirsgirêkên xwe yên navxweyî derxe derve.

Her wiha da zanîn ku êrişên li ser qadên sivîlan û binesaziyê sûcên şer in û diyar kir ku ev êriş armancên dewleta Tirk ên firehkirina qada dagirkeriyê û têkbirina ewlehiya herêmê aşkere dike.

Ehmed El Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Em şêniyên bajarê Holê van êrişên domdar bi tundî şermezar dikin. Êriş îradeya gelê me yê berxwedêr naşkîne. Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bêdeng nemîne, wê bi hemû rêbazên rewa xak û rûmeta xwe biparêze. Keda şehîdan wê vala neçe, em ê heya azadiyê tê bikoşin."

Rêvebera Kongra Star Bedriye Hesen jî anî ziman ku ev êriş bêçarebûna dewleta Tirk û reva wê ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî nîşan dide.

Bedriye da zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û got: "Dagirker wê bi van êrişan nikaribe îradeya gelê me û îsrara me ya berxwedanê lawaz bike. Gelê me yê rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye piştgiriyê dide QSD û Asayîşê û dê planên dagirkeran têk bibe."

Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dagirkeran û silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Meclisa Bajarê Şedadê jî bi beşdariya bi sedan şêniyên bajar û xelkên bajarokê Erîşe, Mergeda, Deşîşe û Ebdan meşek li dijî êrişên dagirkeriyê li dar xist.

Girseya meşê ku ji Parka Rêbertî heya ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê meşiyan dirûşmên şermezarkirina êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berz kirin.

 Meş li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger sekinî û axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêvebera meclisê Îman El Ferec anî ziman ku pergala dewleta Tirk a dagirker bingeha dîktagoriyê ye û sedema qetilkirinên li herêmê ye.

Îman bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide.

Bi navê PYDˈê jî Mihêdî El Dixêm jî bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji dema berxwedana gelên herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞˈê dest pê kiriye.

El Dixêm diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye û piştgiriyê didin QSDˈê.

Di dawiya mîtîngê de dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

TIL HEMÎS

Li bajarê Til Hemîsê jî tevî endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyan ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Hemîsê heya Çerxerêya Sewami meşiyan.

Meşvan li Çexerêya Sewami (Embara Genim) sekinîn  Li vir jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid Al Nayîf axivî û diyar kir ku dê heya têkbirina êrişan li ber xwe bidin.

Endama Kongra Star Mawiya El Hedîd jî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser navendên xizmtguzarî dixwaze aloziyeke aborî û mirovî li herêmê çêke.

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Mihemed El Şemer jî îşaret bi xeta berxwedanê ya gel a li hemberî êrişan kir û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker biprisin.

(bb)

ANHA