Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê 4 kes destgîr kirin

Yekîneyeke hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê 4 kes destgîr kirin û 10 mal jî rûxandin.

Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê 4 kes destgîr kirin
17 hezîran, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR’ê diyar kir ku yekîneyeke leşkerî ya Îsraîlê duh (Duşem 16 Hezîran), li gundê Hemîdiyê yê Quneytîrayê 8 xanî bi hinceta ku nêzî baregeha wê rûxandin.

SOHR’ê da zanîn dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 4 erebe, tevî leşker û çekan pêk dihat, ket gundê Semedaniya Rojhilat yê naverasta Quneytîrayê, piştî çend saetan malên gundiyan kontrol kirin û 4 kes destgîr kirin.

Li gorî SOHR’ê yekîneya hêzên Îsraîlê li gundê Semedaniya Rojhilat jî 2 xanî bi heman hincetê rûxandin.

(bb)