Parlamenterên Swîsreyî: Ev êrîş li dijî modela Rojavaye

Parlamenterên Swîsreyî bertek li dijî êrîşên li ser Rojava dan û diyarkirin ku armanc a bingehîn tinekirina modela Rojava ye.

Parlamenterên Swîsreyî: Ev êrîş li dijî modela Rojavaye
29 ÇILE, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li hemberî êrişên çeteyên hikûmeta demkî a Sûriyeyê û komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di qada navnetewî de bertek zêde dibin. Li Swîsreyê komek ji parlamenterên ji partiyên çep û rastgir daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku bi êrişên cîhadîst re sîstema demokratîk a li Rojava hedef tê girtin û bang li Hikumeta Swîsreyê û hêzên naventeweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Ji Partiay Sosyalîst Fabian Molina û ji Partiya Keskan Balthasar Glattli ji ANF'ê re axivîn.

Balthasar Glattli diyar kir ku armanca wan ew e ku civaka navneteweyî û Swîsreyê bixin nava liv û tevgerê û bi bîr xist ku wan di meha Kanûnê de pêşnûmeyekê dane Parlamenta Swîsreyê ji bo piştgiriya bi hindikahiyên olî û cografî yên li Sûriyeyê gavên şênber biavêje.

Glattli ragihand ku ev biryar bi taybetî ji bo gelê Kurd ê li Rojava û hindikahiyên li herêmên din ên Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku divê êdî hewldan bêne kirin.

Glattli got, "Em nikarin 6 mehan an jî salekê bisekinin. Ne tenê gelê Rojava em neçar in ku Ewropayê jî li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê biparêzin."

Ji Partiya Sosyalîst Fabian Molina jî diyar kir ku li Swîsreyê îradeyeke xurt a piştevaniyê heye û diyar kir ku Konseya Federal neçar e ku li gorî wezîfeya ku parlamentê da, bi berpirsyarî tevbigere.

Molina ragihand ku berdana DAÎŞ'iyan li ser ewlekariya Swîsreyê rîsekeke cidî ye.

Molina diyar kir ku Rojava ji aliyê demokrasî, federalîzm û wekheviya zayendî ve modeleke girîng e û ev nirx li dijî îdeolojiya cîhadîst e. Molina destnîşan kir ku ji ber vê yekê êriş li ser sîstema xweser a li Rojava tê kirin.