Di rojnameyên erebî de reva DAIŞ’ê, agirbestên Sûdanê û rageşiya DYA-Îranê

Çavdêran diyar kir ku reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeh û kampan dibe ku carek din tundiyê gur bike. Di heman demê de agirbestên nazik li Sûdanê nîşan didin ku îhtîmal heye carek din şer derkeve. Çavdêran der barê Amerîka-Îranê de jî dane zanîn ku rewş ber bi rageşiyeke hesabkirî ve diçe, Washington amûrên xwe yên zextê zêde dike, li beramberî wê jî Tehranê asta amadebaşî û bersivdayînê bilind dike.

Di rojnameyên erebî de reva DAIŞ’ê, agirbestên Sûdanê û rageşiya DYA-Îranê
29 ÇILE, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Reva çeteyên DAIŞ’ê ji kamp û navendên ragirtinê, agirbestên nazik ên li Sûdanê, her wiha rageşiya di navbera Îran û DYA’yê de rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

’DAIŞ’IYÊN XWE BIBIN’

Rojnameya El Xelîc der barê bandorên reva bi sedan çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeh û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nivîsî. Rojnameyê da zanîn ku "kesên reviyane ne girtiyên normal in, lê belê bombeyên li ber teqînê ne. Dikarin bi rêya şaneyên veşartî û gûrên yek yek careke din tundiyê gur bikin."

Rojnameyê ji welatan xwest ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî û ewlehî pêk bînin û endamên xwe yên di nava DAIŞ’ê de bibin. Li gorî rojnameyê, êdî bar tenê ji hêla Sûriye û Iraqê ve nayê hilgirtin, nemaze ji ber ku raporên navneteweyî nîşan didin ku bi deh hezaran biyanî di salên "kaosa afirîner" de tevlî DAIŞ’ê bûne.

’SÛDAN…AGIRBESTA NAZIK NAYÊ WATEYA AŞTIYÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewast jî têkildarî agirbesta di navbera aliyên binakok ên Sûdanê de nivîsî. Hate gotin, agirbest tiştek e û aştî tiştekî din e û wiha hat domandin "Pêdiviya Sûdanê ne bi agirbestên ji bo 3 mehan an jî 9 mehan tune ye, lê pêdiviya wê bi aştiyê heye. Em dikarin bêjin ku agirbestên demkurt xizmeta aştiyê nakin û dibe nebin sedema rawestandina şer bi temamî. Berevajî vê, agirbest dikarin rê li ber vegera şer bi awayekî hovanetir vekin. Sedema vê yekê jî tunebûna baweriyê, destwerdanên derve û belavbûna çekan ne."

Li gorî rojnameyê, ji bo aştiyeke mayînde pêk were, divê Hêzên Piştevaniya Lezgîn werin jihevxistin, çek werin komkirin û li şûna agirbesta demkî nexşerêyeke zelal were danîn ku dawîn li şerê li ser desthilatê bîne.

’WASHINGTON SEFERBER DIBE Û TEHRAN XWE J BO ŞEREKÎ VEKIRÎ AMADE DIKE’

Der barê eniya Washington-Tehranê de, rojnameya El Exbar diyar kir ku "seferberiya ya bêhempa ya Amerîkî li herêmê ji biryara şerekî giştî wêdetir di çarçoveya rêvebirina bi baldarî ya aloziyê de tê kirin. Di heman demê de deriyê dîplomasiyê hinekî vekirî dihêle."

Hate gotin, Îranê jî amadebûna xwe ya parastinê bilind kir û peyamên bersivdayînê şandin. Hate diyarkirin ku hişyarî hene ku her ketina nav pevçûnek vekirî dê lêçûnek giran a herêmî û navneteweyî bi xwe re bîne.

(b)